Artêşa Îsraîlê êrişî başûrê Lubnanê kir

Hêzên Îsraîlê li 3 deverên başûrê Lubnanê êrişê pêk anîn.

Artêşa Îsraîlê êrişî başûrê Lubnanê kir
14 sibat, 2025   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayên lubnanî ragihand ku artêşa Îsraîlê derengî şevê li çemê Lîtanî, bajarokên Zebqîn û Yatir ên başûr welat  êriş pêk anîn.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate gotin, wê baregehên leşkerî yên Hizbullahê ku çek û qaîdeyên roketavêjan tê de hene, kirine hedef.

Artêşa Îsraîlê destpêka Cotmeha 2024’an êrişeke bejahî li dijî Lubnanê dabû destpêkirin. Di Mijdara 2024’an de jî bi navbeynkariya Washingtonê peymaneke agirbestê hat îmzekirin. Li gorî peymanê muhleta 60 rojan dan hêzên Îsraîlê ku ji başûrê Lubnanê vekişin.

(bb)