Karwanê din ji Silêmaniyê ber bi Rojava ve bi rê ket

Di çarçoveya banga seferberiya giştî de karwanê sêyemîn ê  gel ji Silêmaniyê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ket.

Karwanê din ji Silêmaniyê ber bi Rojava ve bi rê ket
21 ÇILE, 2026   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser, ji Bakur, Başûr û her derê ku Kurd lê ne bi hezaran kes ji bo parastinê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, vê sibehê jî karwanek din ê gel ji Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ber bi Rojavayê Kurdistanê bi rê ket.

Duh jî ji Silêmanî û derdora wê du karwanan ji bo tevlî seferberiya Rojava bibin, berê xwe da bûn Rojavayê Kurdistanê.