ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9 - 9 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9 - 9 - 2025
9 îlon, 2025   02:00

Çalakvana sivîl Rîm Herfûş diyar kir ku dûrxistina jinan ji navendên biryarê destkeftiyên wan dixe metirisyê û aloziyên civakî kûrtir dike. Rîm destnîşan kir ku piştevaniy jinên ciwan û gaveke bingehîn ber bi avakirina civakeke adilane û ewle ve ye.

Ciwanan diyar kir ku divê rola ciwanan di jiyana siyasî û civakî de were aktîfkirin û ew bikaribin bi bandor tevlî avakirina siberoja Sûriyeyê bibin, ji ber ciwan stûna bingehîn a ronesansa civakê ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Pêkhateyên bajarê Til Birakê daxwaza hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re kir û gotin, serkeftina pêvajoya aştiyê bi azadiya Rêber Apo ya fîzîkî ve girêdayî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa bajarê Amûdê Konferansa Komînan li hola Beylesan li dar dixe (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo merasîma oxirkirina şervanê QSD'ê şehîd Ebdulcebar Umran Xelîl li pakrewangeha Delîl Sarûxan li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Parêzeran a kantona Cizîrê konferansa xwe ya 6'emîn bi dirûşma "Qanûnên demokratîk misogeriya aştî û civaka demokratîk in" li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Çandê û Şûnwaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi avakirina deriyê Sûra Reqayê dike (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongreya Îslama Demokratîk civîneke berfireh ji bo nîqaşkirina rewşa heyî li hola Meclisa bajarê Til Birakê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a PYD'ê paneleke diyalogê li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê bi dirûşma "Rola jinan di aştî û civaka demokratîk de" li dar dixe (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî yên li kampa Waşokanî û kampa Roj bi 2 xwepêşandanên cuda binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Li kampa Roj (17:00) û li kampa Waşokanî (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê şevbuhêrkeke helbestan bi amadebûna dayikên gerîla û şehîdan û jinên bajarên Hesekê, Dirbêsiyê û Til Temirê li dar dixe (19:00). BI WÊNE Û DÎMEN