Siyaseta Trump; guherandin an domandina siyaseta beriya xwe?

Li gorî pisporan serketina Trump dê bandorê li siyaseta DYAˈyê ya li cîhanê û Rojhilata Navîn, dîsa herêmên ku ji salan ve şer lê heye, bike. Hinek pisporên din dibêjin, Turmp dê siyaseta serokê berê Jeo Biden bidomîne.

Siyaseta Trump; guherandin an domandina siyaseta beriya xwe?
8 mijdar, 2024   04:10
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Di hilbijartinên serokatiyê yên DYAˈyê de ku roja sêşemê (5 Mijdar) pêk hatibûn, namzetê Komarparêz Donald Trump li hemberî namzeta Demokratan Kamala Harris bi ser ket. 

Trump piştî ku bi ser ket, got: "Îro me dîrok afirand û serketineke siyasî bi dest xist. Ez spasiya gelê amerîkî dikim. Amerîkayê erkeke mezin da me û me ji nû ve kontrola Senatoyê bi dest xist. Xuya ye ku em ê kontrola Meclisa Nûneran a Dewletên Yekbûyî jî biparêzin."

Trump di sala 2023ˈyan de li ser şerê Ukraynayê wiha ji CNNˈê re gotibû: "Eger ez bibim serok ez ê di 24 saetan de şer çareser bikim." Piştre jî mîlyar dolarên ku ji bo şerê li Ukraynayê tê xerckirin bi tundî rexne kiribû û soza bidawîkirina şer dabû. Her wiha gotibû dê dawî li şerê li Rojhilata Navîn bîne.

Li Sûriyeyê gelek dosya li benda siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ne. Ji wan dosyayan yek jî têkiliyên bi Şamê re ye. Li gorî hin çavdêran, îhtîmal heye ku Trump zextên aborî li ser Şamê zêde bike. Der barê hebûna hêzên Îranê yên li Sûriye, Lubnan û Iraqê de dibe ku Trump destekê bide operasyonên leşkerî yên Îsraîlê. Her wiha îhtîmal heye ku dewleta Tirk ji bo zêdekirina qada dagirkeriya xwe bazaran bi Trump re bike.

‘GUHERTINÊN BINGEHÎN DÊ TUNE BIN, LÊ SIYASETA WÎ DÊ JI YA BERÊ CUDA BE’

Şîrovekarê siyasî yê ji Lubnanê Serkîş Ebû Zeyd têkildarî serketina Trump û siyasetên wî li Rojhilata Navîn ji ANHAˈyê re axivî.

Ebû Zeyd li ser sedema serketina Trump wiha axivî: "Trump karîbû aliyên çalak bikişîne aliyê xwe û berî bide beşên nû, di heman demê de hevbendiyên nûjen saz kirin. Mînak; bawerî da karker û şirketan û soz da wan ku dê bacan kêm bike û rola şîrketên biçûk bi pêş bixe. Her wiha destek da ciwanan ku dixwazin azadiya xwe ya takekesî pêk bînin. Dîsa jî soza beşên din ên amerîkî yên ku hatibûn paşguhkirin."

Serkîş Ebû Zeyd têkildarî siyaseta Trump jî got: "Bawer nakim ku guhertineke radîkal çêbe; ji ber ku meyla siyasî ya Trump diyar e. Jixwe dewleteke kûr a xwedî rêgez heye, lewre zêde guh nadim sozên ku dane, ji ber ku asayî ev doza bi hilbijartinan re bi dawî dibin. Em nikarin wî li gorî siyasetên wê yên di serdema berê ya serokatiya wî de mehkûm bikin. Bê guman dê li gorî guhertin û veguhertinên heyî guhertin çêbin, nemaze ku sozên bi nakok dabûn; li aliyekî gotibû dê piştgiriyê bide Îsraîlê û hebûna wê biparêze û li aliyekî din gotibû ew ê aştiyê pêk bîne da ku dengdêrên Ereb qezenc bike. Lê belê têgeha aştiyê ya ku behsa wê dike, şîrove nekir."

ˈTÊKILIYÊN BI RÛSYAYÊ RE DÊ BANDORÊ LI DOSYAYÊN LI HERÊMÊ BIKEˈ

Ebû Zeyd li ser siyaseta Trump li hemberî şerên li cîhanê jî ev nirxandin kir: “Divê  hinek guhertin û biryarên nû hebin. Bo nimûne, têkildarî Ukraynayê hinek dibêjin dê çareserî ji vî şerî re hebe; ji ber ku têkiliyên Trump bi Rûsyayê re baş in û dibe ku pê re lihevkirinekê çêke.”

Der barê têkiliyên Trump û Çînê de jî Ebû Zeyd wiha got: "Washington ji hêza aborî ya Çînê ditirse. Çînê jî ji ber nakokiyên berê nerihetiyeke wê li hemberî Trump heye. Lê rewş venaguhere şerekî çekdarî. Dibe ku Rûsya rola çareserkirina van nakokiyan bilîze û wan nêzî hev bike; ji ber ku rûbirûbûn dê ne li gorî berjewenidyên dewletên mezin bin. Dibe ku têkiliyên Rûsya û Trump bandorê li dosyaya Sûriyeyê bike, nemaze ku baregehên sereke yên DYAˈyê li Sûriyeyê hene, dîsa jî hebûna Rûsyayê ya li Sûriyeyê balkêş e. Lewre dibe ku Rûsya roleke sereke di dîtina çareseriya di navbera Washingotin û Şamê de bilîze, nemaze ku projeyek ji bo îstîqrar, jinûve avakirina Sûriye û Iraqê heye, dibe ku Rûsya û DYA rolekê di vî warî de bilîzin.”

Ebû Zeyd têkildarî Îranê jî diyar kir ku dibe ku Rûsya rola çareserkirina nakokiyan bi Tehranê re, bi taybet der barê Xeza û Lubnanê de bilîze. Li gorî Ebû Zeyd "Agahî hene ku Rûsya di çareserkirina hin pirsgirêkên di navbera Îran û DYAˈyê de rol lîst. Lewre tevî nakokiyên li ser di mijara nuklerî, siyasî û şerê li Xeza û Lubnanê hene, îhtîmal heye ku Rûsya rolekê di çareserkirina nakokiyên Trump û Îranê de bilîze.”

RÊBAZÊN NÛ YÊN DAN Û STANDINAN BI ROJHILATA NAVÎN RE

Lêkolîner Ebû Bekir El Dîb ê ji Misirê jî destnîşan kir ku serketina Trump dê bandorê li rê û rêbazên dan û standinên bi pirsgirêkên Rojhilata Navîn re ku xaleke bingehîn a siyaseta derve ya DYAˈyê ye, bike.

Li gorî El Dîb "Di astên ewlehî, enerjî, şerê li dijî terorê û koalîsyonên stratejîk de gelek dosya hene ku rêveberiya DYAˈyê eleqedar dikin. Ji ber vê yekê îhtîmal heye ku Trump bi tevkariya dewletên Ereban re çareseriyan li herêmê bibîne, rewşê ji nû ve saz bike, rê li ber Îranê bigirin û nehêlin dewletên mezin destwerdanê li karên DYAˈyê yên li Rojhilata Navîn bikin."

Ebû Bekir El Dîb di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir her du partiyên li DYAˈyê dê hewl bidin serweriya DYAˈyê li tevahî Rojhilata Navîn mîsoger bikin, lê têkiliyên Trump bi rêveberên Rojhilata Navîn re xurt û girîng in. El Dîb got Komarparêz ji Demokratan zêdetir girîngiyê didin dosyayên Rojhilata Navîn, Demokrat diaxivin lê pêk naynin.

Li gorî El Dîb, Trump dê di çareserkirina pirsgirêkên herêmî yên wekî rola Îran û wekîlên wê li herêmê, azadiya navîgasyonê, aloziyên li Afrîkayê, dosyaya Lîbya, Sûriye, şerê li Sûdanê û nakokiyên di navbera Somalî û Etiyopyayê de kar bike û got: "Bawer dikim ku dê Trump gelekî cidî be."

Lêkolîner Ebû Bekir El Dîb anî ziman ku têkiliyên Trump bi Rûyayê re mîna rêveberiya Demokratan aloz nabin û diyar kir ku wê têkiliyên Trump bi dewletên Ereban re di çarçoveya berjewendî û pêşxistina hêza leşkerî ya li Rojhilata Navîn de be.

(bb)

ANHA