ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7- 3 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7- 3 – 2025
7 adar, 2025   02:00

Jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen û Tirkmen di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek destkeftiyên hiqûqî, siyasî, leşkerî çandî û civakî bi dest xistine. Niha jî amadekariyên Hevpeymana Civakî ya Jinan tên kirin.

Rewşenbîr û çalakvanên bajarê Reqayê ji bo piştgiriya banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan banga rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şervanên YPJ’ê diyar kir ku dê têkoşîna parastina mafên jinan bidomînin û gotin " Parastina jinan wezîfeya me ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên bajarê Eyn Îsayê piştgiriya xwe ji banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan re nîşan da û diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan ya ji bo aştiyê firseteke dîrokî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Kantona Firatê ji ber ku îsal baran nebariya û demsala zivistanê zuwa derbas, çandiniya bejî têk çûye. Lewma niha li ser çandiniya avî tê rawestîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Karwana şêniyên bajarên Qamişlo û Tirbespiyê, ji bo şermezarkirina êrişên dweleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û parastina bendavê, berê xwe didin Bendava Tişrînê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê (Y.N.K.S), Yekitiya Giştî Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê (YNRKS) û Yekitiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyeyê ji bo avakirina sîwanekê (yekitiyekê), komxebatekê li hola Zana ya bajarê Qamişloyê li dar dixe. (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Di çarçoveya çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî, ber bi Sûriya demokratîk ve" tên lidarxistin de, Kongra Star li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê li ser dika navenda çand û hunerê şanoyekê der barê vê rojê de li dar dixe, her wiha Meclisa Jinan a PYD’ê ya heman bajarî li qada Akademiya Civaka Demokratîk 8’ê Adarê pîroz dike, (13:00). BI WÊNE Û DÎMEN