Şervanên YPJ’ê : Em ê ji bo tevahiya jinên cîhanê têbikoşin

Şervanên YPJ’ê diyar kir ku dê têkoşîna parastina mafên jinan bidomînin û gotin " Parastina jinan wezîfeya me ye."

Şervanên YPJ’ê : Em ê ji bo tevahiya jinên cîhanê têbikoşin
7 adar, 2025   05:06
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji ajansa me (ANHA) re axivîn.

Aysel Bîrhat 8’ê Adarê li tevahî jinên têkoşer û berxwedêr pîroz kir, berxwedana YPJ’ê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, her wiha berxwedana dayikan a li Bendava Tişrînên jî silav kir.

Aysel Bîrhat got: "Em şervanên YPJ’ê parastina jinan di her demê de wezîfeya xwe bidînin. Em ê li hemberî tevahî gef û êrişan têkoşînê bidomînin."

Aysel Bîrhat di dewama axaftina xwe îşaret bi vê yekê kir ku di belavbûna têkoşîna jinan li Rojhilata Navîn û cîhanê de rola  fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan esasî bû. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku "di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên ku nasnameya jinan çewisandibûn û jinan di tarîtiya fikrên xwe yên tundraw de hiştibûn de jinan hêza xwe ya parastinê îsbat kirin."

Şervana YPJ’ê Leyla Ereb jî 8’ê Adarê li Rêber Abdullah Ocalan û tevahiya jinan pîroz kir û diyar kir ku berxwedana jinan ji bo şoreşa jinan bû îlhamek. Her wiha got, YPJ’ê ya ji tevahî pêkhateyên herêmê pêk tê ji bo tevahiya jinan têkoşînê dike.

Leyla Ereb da zanîn ku dewleta Tirk ne tenê herêmê di bin parastina YPJ’ê de dike hedef, lê şerê tunebûnê li dijî jinan dimeşîne.

Leyla Ereb bal kişand ser berxwedana şervanên YPJ’ê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê û herêmên din û got, dê bi îdeolojiya azad a xwe dispêre ramanên Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna li hemberî dagirkeriyê mezin bikin.

Leyla Ereb anî ziman ku rêxistinbûyîna jinan, hêza wan û îradeya wan wê bibin sedema domandina têkoşîna wê dê  layiqî keda şehîdan bin û got: "Rêya me rêya azadî û têkoşînê ye. Em ê jin û gelê xwe ji tundî û despotiyê biparêzin. Em ê li hember hemû kesên hewl didin jinan û mafên wan bikin hedef, bibin mertal."

(bb)

ANHA