ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30 - 8 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30 - 8 – 2024
30 tebax, 2024   02:00

Jinên pirtûka "Çawa Bijîn?" a Rêber Abdullah Ocalan xwendine, ji tevahî jinan xwest ku pirtûkê bixwînin û gotin "Pirtûk ferd û civakan bi pêş dixe û nêzîkatiyên koletî û biçûkxistinê ji holê radike."

Welatiyên kantona Cizîrê diyar kirin ku gerîla hebûna wan e, lewma ew ê dijî dagrikerî û xiyanetê heta dawiyê li cem gerîla tê bikoşin. 

Jinan di sersaxiya Xalîde Îsa û kurê wê de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe dixwaze rê li ber têkoşîna jinan bigire û got “Em soz didin têkoşîna hevpar a jinan bidomînin.”

Rewşenbîr û rojnamevanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got ji bo ku aloziya li welêt çareser bibe divê hikumeta Şamê beyannameya Rêveberiya Xweser qebûl bike û dest bi diyalogê bike.

Ji gelek salan ve Sebah Xelîl li pey şopa kurê xwe Nasir Feyad Hemadî ketiye û li wî digere. Hemadî di 16 saliya xwe de di rewşên nezelal de li bajarê Reqayê winda bû. Heta niha dayika wî nizane ka ew sax e yan miriye yan girtî ye.

Bi diruşma ˊŞehîdên Girtîgeha Xiwêran di dilên me de nemirinˊ li gundê Girkê Xilo yê Çilaxa yê Cizîrê Mîrhîcana Cizîrê ya 1ˊemîn a Hespan li dar dikeve, saet 07:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Qamişlo ji malbata şehîd Xalîde û kurê wê Hecar li pêş mala wê ya li taxa Miheta Nû sersaxiyê dixwaze, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîhrîcana 4ˊemîn a Merdoso li hola Serdem a Hesekê tê lidarxistin, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)