Şehîd Xalîde û Hejar bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin

Şêniyên bajarê Qamişlo şehîd Xalîde Şerîf û kurê wê Hejar Silêman li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.

29 tebax, 2024   23:33
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo wergirtina cenazeyên her du şehîdan Xalîde Şerîf û kurê wê Hejar Ednan Silêman berê xwe da morga Şehîdan a li taxa Enteriyê. Herdu şehîd di 28'ê Tebaxê di encama teqîna erebeya wan de şehîd bûn.

Girseyê herdu cenaze hildan ser milan û ber bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan ve ketin rê.

Li wir endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman sersaxî da malbata herdu şehîdan û got: "Ka edalet, ka mafên mirovan, ka NYˊyê? Werin vî cihî pîroz û binêrin çawa welatê tên hedefgirtin. Ev dayik û kurê xwe di êrişeke hovane, îxaneta ajanan de şehîd bûn."

'BÊDENGIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ TIRKIYEYÊ TEŞWÎQ DIKE KOMKUJIYAN LI DIJÎ ME PÊK BÎNEˊ

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê Telat Yûnis destnîşan kir ku armanc ji êrişan têkbirina aramiya herêmê ye û got: "Êrişên li dijî gelê me, li dijî hêzên ewlehî, saziyên xizmetguzariyê û binesaziyan bi armanca têkbirina îstîqrariya herêmê ye. Ew yek jî encama lihevkirinan in. Di wan lihevkirinan de asîman li pêş balafirên Tirkiyeyê hat vekirin. Dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi erkên wan bûn."

Yûnis got: "Bêdengiya hêzên navneteweyî dihêle Tirkiye komkujiyan li dijî gelê me pêk bîne. Gelê me ji van helwest û siyasetên navneteweyî ne razî ye. Helwesta gel îro li Dêrna Axê zelal bû. Ev helwest dê heta bidawîkirina van êrişan bidome."

'TÊKOŞÎNA JINAN GIHÎŞTIYE ASTEKÊ KU ÊDÎ DIJMIN LI SER XWE XETER DIBÎNE'

Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo diyar kir ku têkoşîna jinan gihîştiye astekê ku êdî dijmin li ser xwe xeter dibîne, ji ber wê êrişên hovane pêk tînin û got: "Ew hêza jinan, zanîn û zanista li gel jinan dizane, her wiha rêxistinbûyîna jinan jî dizanin. Bi wê re çi şoreşa banga azadiyê bike bi pêşengtiya jinê ve girêdayî ye. Ji lew re êrişên xwe li dijî jinan zêde dikin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên herdu şehîdan xwendin û radestî malbatê kirin.

Kurê şehîd Xalîde û birayê şehîd Hejar, Egîd Qamişlo got: "Hedefgirtina dayika min û birayê min karekî tirsonek ê dewleta Tirk a dagirker e."

Egîd bang li şêniyan kir ku ji bo eşkerekirina sîxur û xayînên ku dixwazin bi dewleta Tirk a dagirker vê projeyê têk birin, hevgirtinê xurt bikin.

Egîd li ser xewn û xeyala dayik û birayê xwe ku di welatekî azad de tevî Rêberê xwe bijîn axivî û got: "Rojekê jî bi berjewendiyên xwe nefikirîn. Ez bi têkoşîna malbata xwe serbilind im."

Cenazeyên herdu şehîdan bi tilîliyên dayikan û siloganên "Şehîd Namirin" û "Bimire Îxanet" hatin veşartin.

(mh)

ANHA