Êrişên li dijî welatiyan bi meşan hatin şermezarkirin
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xelkê herêmê daketina qadan.
HELEB
Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star ên Helebê meşek li dar xist. Meş ji hola 8'ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest pê kir û ber bi qada navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve bi rê ket.
Meşvanan wêneyên şehîdên ku di êrişên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, ji wan Gulistan Tara û Hêro Behadîn hildan. Her wiha pankartên şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê hildan û banga çareseriya siyasî ji bo doza Kurd û Sûriyeyê hat kirin.
Di dawiya meşê de peyamên bilindkirina asta têkoşînê li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker nexasim tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin.
ŞEDADÊ
Li bajarê Şedadê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li pêşiya navenda tevgerê meş li dar xist. Di meşê de bi dehan xelkê bajêr, endamên saziyên sivîl beşdar bûn. Her wiha êrişa dawîn a dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.
Di meşê de endamê tevgerê Eymen El Hemod axivî û got: "Em soza xwe ji bo şehîdan nû dikin ku em heta pêkanîna serketinê li ser şopa wan in."
DIRBÊSIYÊ
Li bajarê Dirbêsiyê bi sedan şênî, endamên saziyên ciwanan, saziyên sivîl û meclis daketina qandan û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Di meşê de bi sedan xelkê bajêr, endamên tevger, saziyên ciwanan, sicîl û meclisan beşdar bûn. meş ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê dest pê kir û bi hildana wêneyên şehîdan li nav kolanên bajêr geriya.
Di dawiya meşê de endama tevgerê Hindirîn Omer hedefgirtina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir, her wiha bûyera pêlêkirina jinekê jî hat şermezarkirin.
DÊRAZOR
Li rojhilatê Dêrazorê bi dehan nûnerên meclisan, saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan û komîteyên jinan û Kombûna Jinan a Zenûbiya sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Meş ji qada Ciwanan û Werzîşê ya bajarê Hecînê dest pê kir û ber bi navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi rê ket
Li wir endamê Tevgera Ciwanan a Dêrazorê Xenan El Neîra bi navê tevgerê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û soza domandina têkoşînê da.
Xenan wiha domand: "Di vê dawiyê de êrişeke hovane li dijî Qamişlo pêk hat. Di encamê de welatiya bi nave Xalîde Mihemed Şerîf û kurê wê şehîd bûn."
TEBQA
Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya meşek bi meşaleyan li dar xist.
Meş ji pêşiya navenda tevgerê dest pê kir û ber bi Çerxerêya Stadyûma Gaz ve bi rê ket.
Li wir rêveberê tevgerê Telal El Ehmed daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de êrişên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nexasim êrişa dawîn a ku tê de têkoşerekî tevgerê Hejar û dayika wî şehîd bûne, hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de soza domandina têkoşînê heta pêkanîna fikra neteweya demokratîk û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn. Her wiha soz ji bo şehîdan hat dayîn ku ew ê tolê ji xayîn û dagirkeran hilînin.
QAMIŞLO
Şêniyên bajarên Çilaxa û Girkê Legê bi pêşengtiya ciwanan meşek li dar xist. Meş ji Çerxerêya Jin dest pê kir û ber bi Çerxerêya Şehîd Mahsûm ve bi rê ket.
Meşvanan sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin, nexasim sûca Rûsyayê ya dawîn a li gundê Dêrna Axa ya li dijî jinekê.
Di dawiya meşê de berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Çilaxa Mîlad Akob sûcên dewriyeya hevbeş a dewleta Tirk a dagirker û Rûsyayê ya li gundê Dêrna Axa ya li dijî şêniyan şermezar kirin.
Akob soza bilindkirina asta têkoşînê û pêşîgirtina li dewriyeyên ku derbasî xaka herêmê dibin, da.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên Rûsyayê hewl da dewriyeyeke hevbeş bi artêşa Tirk a dagirker re li gundê Dêrna Axê yê bakurê bajarê Çilaxa bide meşandin. Lê li hemberî wê şêniyan nerazîbûna xwe nîşan da û rê li pêşiya dewriyeyê girt.
Hêzên Rûsyayê li hemberî xwepêşandanên şêniyan gule bi awayekî ketober barandin, gaza rondikrêj bi kar anî û panzereke wan pê li jina bi nave Evîna Îsa (31) kir.
Çilaxa
(mh)