Li Humsê gorek komî hat dîtin

Li taxa Medacai ya Humsê gorek komî hat dîtin. Tê texmînkirin ku cenaze yên qurbaniyên komkujiyên 2012‘an de ne.

Li Humsê gorek komî hat dîtin
29 cotmeh, 2026   21:57
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR‘ê ragihand ku li taxa Medacai ya bajarê Humsê cenaze di kortekê de hatin dîtin. Tê texmînkirin ku cenaze yên qurbaniyên komkujiyên 2012‘an e.

Li gorî SOHR‘ê di kortê de hestiyên jin, mêr û zarokan hatine dîtin û heya niha bi kêmanî 3 cenaze hatin dîtin.

Li gorî daneyên SOHR‘ê ji destpêka îsal (2026) ve 26 gorên komî hatin dîtin ku 220 cenaze tê de bûn.

(bb)