Li Tedmurê mayînek teqiya; kesek mir

Di teqîna mayînekê li gundê Şamir ê Tedmurê yê parêzgeha Humsê de kesek mir.

Li Tedmurê mayînek teqiya; kesek mir
29 cotmeh, 2026   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku li gundê Şamir ê Tedmurê yê parêzgeha Humsê mayînek teqiya, kesekî jiyana xwe ji dest da.

Ev bûyer, xeteriyên berdewam ên ji ber teqîna mayîn û bermahiyên şer li deverên Sûriyeyê bi taybet li cihên şer nîşan dide û jiyana sivîlan dixe xeteriyê.

SOHR’ê diyar kir ku ji destpêka 2026’an ve ji ber teqîna bermahiyên şer 274 kes hatine kuştin.

(f)