Rewşenbîr: Divê Tirkiye ji bo pêkanîna aştiyê gavên cidî biavêje
Rewşenbîran diyar kir ku pêdiviya aştiya rastîn bi gavavêtinên cidî yên ji hêla desthilatên Tirkiyeyê ve heye û berdewamkirina tundî û qetilkirinê ji bilî kûrkirina krîzê tiştekî bi xwe re nayne.

Li ser banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de kiriyeHêzên Parastina Gel (HPG) wek nîşaneya niyeta baş hemû operasyonên leşkerî yên li dijî artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê rawestandin.
Tevî wê, hîna dewleta Tirk a dagirker di bikaranîna tundî û qetilkirinê de îsrar e. HPG’ê 20’ê Nîsanê daxuyaniyek dabû û gotibû artêşa Tirk di 72 saetan de 360 êrişên bejahî û hewayî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê pêk anîne û tê de tevahî cureyên çekan û yên qedexe bi kar anîn.
Der barê mijarê de, endamên Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê li bajarê Girkê Legê nêrînên xwe li ser rewşê parve kirin. Şêxmûs Cuma got: "Dewleta Tirk bi hovîtiya xwe tê naskirin, zimanê aştî û mirovatiyê nas nake. Têgeha wê ji çareseriyê re hêz û qetilkirin e û ji bo ku dewlet û fikrên xwe yên neteweperestî biparêze hewl dide nasnameyên gelan biçewisîne."
Cuma diyar kir ku Kurd aştiyeke şeklî bêyî cidiyet qebûl nakin û got pêwîst e azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bê û êrişên li dijî HPG’ê bi dawî bibin.
Li aliyekî din jî Bradost Mîtanî diyar kir ku gelê Kurd bi hezkirê aştiyê tê naskirin û şer li ser wî ferz kir ku pransîbên xwe biparêze.
Mîtanî got desthilatên Tirkiyeyê hewl didin li ser hesabê pêvajoya aştiyê demê qezenc bikin, di heman demê de jî êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomînin.
Mîtanî bang li desthilatên Tirkiyeyê kir ku di diyalogê de cidî bin û anî ziman ku çareseriya rastîn di rûniştina li ser maseya diyalogê de pêkan e.
Ednan Berko jî tev li Cuda û Mîtanî bû û got niyeta dewleta Tirk ne aştî ye, û dîroka wê tije qetilkirin û qirkirin e.
Berko anî ziman ku Kurdan ji bo parastina doza xwe rêya berxwedanê hilbijart û got bêyî azadiya Rêber Abdullah Ocalan aştî pêk nayê.
(fr)
ANHA