ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28 – 11 - 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28 – 11 - 2024
28 mijdar, 2024   02:00

PKKˋê bi nasnameya xwe ya enternasyonalîst bûye navnîşana çareseriyan. Şehîdên wê yên yekem ên ji pêkhateyên cuda jî bûne sembolên vê têkoşînê. BI WÊNE

Nivîsgeha Projeyên Civakî û Kooperatîfan a Eyn Îsayê ji bo koçberan dest bi 4 projeyên çandiniyê yên kooperatîfan kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Malbatên gerîlayan got ew bi PKK`ê serbilind in û destnîşan kir ku berxwedana PKK`ê hebûna gelê Kurd, nasname, ziman û çanda wî parast. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Olan û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya damezirîner a 1’emîn li Akademiya Civaka Demokratîk a bajarê Hesekê li dar dixe (09:30). BI WÊNE Û DÎMEN

PYD’ê ya kantona Firatê şehîd Şîlan Kobanê û hevrêyên wê di civînekê de li navenda partiyê ya bajarê Kobanê bi bîr tîne (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a bajarê Amûdê civînekê ji bo xwendina rapora salê û projeyên ku hatine pêkanîn û danîna plansaziya bê li Navenda Çand û Hunerê li dar dixe (10:00). Şaredariya Gel a Çilaxa jî civînekê li dar dixe (10:00). Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê civînekê li hola Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina SARA çalakiyeke protestoyê li pêşiya çerxerêya Efrîn a bajarê Qamişlo bi dirûşma “Dagirkerî tundiya herî mezin li ser jinan û xwezayê ye” li dar dixe (10:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Komeleya Perwerdehiyê ya bajarê Şedadê pêşbirka wênesazî, stran û helbestan li dibistana Edle li dar dixe (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Çandê ya kantona Cizîrê pêşangeha şêwekariyê bi dirûşma “Bi rengên xwe em jiyanê dixemilînin” li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo li dar dixe (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN