Ji nasnameyên cuda şehîdên yekem ên PKK`ê

PKK bi nasnameya xwe ya enternasyonalîst bûye navnîşana çareseriyan. Şehîdên wê yên yekem ên ji pêkhateyên cuda jî bûne sembolên vê têkoşînê.

Ji nasnameyên cuda şehîdên yekem ên PKK`ê
28 mijdar, 2024   03:40
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku 27`ê Mijdara 1978`an bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan li gundê Fîs ê navçeya Lîce ya bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê hat avakirin, di heman demê de tevgerek cîhanî ye. Nexasim ji damezirandinê heta niha ji netewên Tirk, Ereb, Alman û gelek netewên din şoreşgeran di nav de cîh girtiye. Şoreşgerên ku di vê oxirê de şehîd bûne, îro bûne sembola têkoşîna enternasyonalîst, jiyana hevpar a gelan û azadiyê. 

Bi minasebata salvegera 46’emîn a damezirandina PKK’ê, em jiyan û têkoşîna şehîdên yekem ên ji nasnameyên cuda parve dikin.

RIHA VEŞARTÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN: HAKÎ KARER

Şehîdê yekem ê Tevgera Azadiya Kurdistanê Hakî Karer e. Hakî Karer sala 1950`î li navçeya Ulubey ya bajarê Ordu yê Tirkiyeyê ji dayîk bûye. Bi eslê xwe Tirk e. Dibistana seretayî, navîn û amadehî li Ulubey dixwîne. Di navbera sala xwendinê ya 1971-1972`yan de qeyda xwe li Beşa Bîrkariyê ya Fakulteya Zanistî ya Zanîngeha Enqereyê çêdike.

Di heman dîrokê de Rêber Abdullah Ocalan jî li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê dixwîne.

Di wê demê de damezirînerê Eniya/Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO-C) Mahîr Çayan û hevalên wî li gundê Kizildere yê navçeya Nîksar a bajarê Tokatê yê Tirkiyeyê hatin qetilkirin (30 Adar 1972). 

Piştî komkujiyê Rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kir ku dersên zanîngehê werin boykotkirin. 7`ê Nîsana 1972`yan Rêber Abdullah Ocalan û gelek xwendekar piştî boykotkirina dersan hatin destgîrikirin û hatin girtin. Rêber Abdullah Ocalan 7 mehan li Girtîgeha Mamak a Enqereyê hat ragirtin.

Rêber Abdullah Ocalan dema li girtîgehê bû, hevalekî wî navnîşanekê jê re dibêje da ku dema ji girtîgehê derdikeve biçe wir. Li navnîşana ku hatiye nîşandan Hakî Karer û Kemal Pîr lê dimînin. Rêber Abdullah Ocalan payîza 1972`yan derbasî malê dibe û ji nêz ve hev nas dikin û piştre têkoşîna şoreşgerî didin destpêkirin û wekî Koma Apoyî tên naskirin.

Hakî Karer ê ku Rêber Abdullah Ocalan dibêje "Wekî giyana min a veşartî bû", Heta sala 1975’an li Enqereyê bi Rêber Abdullah Ocalan re xebatên bîrdozî-rêxistinî dimeşîne.

Di civîna komê ya li herêma Dîkmen a Enqereyê ku sala 1975`an pêk hat de, Hakî Karer wekî alîkarê Rêber Abdullah Ocalan tê hilbijartin.

Di navbera salên 1975-77’an de li bajarên Êlih, Agirî, Edene, Wan, Riha, Mereş, Semsur û Dîlokê xebatên şoreşgerî û rêxistinkirinê dide meşandin. Di encama van xebatan de tora rêxistinî ya komê berfireh dibe û bandorek mezin çêdike. Lewma ji aliyê dewletê û nokerên wê ve hedefgirtin. Haki Karer ku rolek gelekî mezin dilîze, dibe hedefa sereke ya nemerdan.

Karer dema sala 1977’an li Dîlokê xebatan dimeşîne, li ser nave koma bi navê “Stêrka Sor (Beş Parçacılar) kesê bi navê Alaattîn Kapan, bi hinceta axaftinê wî vedixwîne çayxaneyekê. Lê ew lîstikek bû û ew komek sîxuran a girêdayî dewletê bû. Kemînek danîbûn.

Kapan, di nava çepgirên Tirk de sîxurek dewletê bû û koma bi navê "Stêrka Sor" ava kiribû. Endamên xwe li ber destê îstixbarata dewleta Tirk perwerde kiribûn. Vê koma sîxuran Koma Apoyî û endamên wê ji nêz ve dişopandin. Dema heval Hakkî diçe Edeneyê û bi hêzên şoreşgerî yên li wir re dest bi kar dike, Kapan li wir dibîne. Dema Hakkî Karer derbasî Dîlokê dibe, Kapan jî diçe wir û 18`ê Gulana 1977`an Hakî Karer vedixwîne çayxaneyê. Hakî Karer komê nas dike, lewma li gel hişyariya hevalên xwe jî dibêje ku dê biçe hevdîtinê. Lê li hemberî wî kemînek hatibû danîn. Dema diçe çayxaneyê, li wir nîqaşek derdikeve û bêbext wî gulebaran dikin. Di encama gulebaranê de Hakî Karer şehîd dibe.

TOLA MEZIN

Rêber Abdullah Ocalan der barê heval Hakkî Karer de dibêje: "Hakî Karer wekî giyana min a veşartî bû" û piştî şehadetê jî ev nirxandin kiribû: "Em ê bi avakirina tevgereke birêxistinkirî û partiyeke siyasî ya bi pêşengiya gelên berxwedêr, bi azadî û serkeftinê, rizgarkirina Kurdistanê, tola hevalê xwe hilînin."

Ji bo jiyankirina bîranîna Hakî Karer û tolhildana mezin biryara damezirandina partiyê tê girtin. Di 27`ê Mijdra 1978`an de jî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li gundê Fîs ê navçeya Lîce ya bajarê Amedê bi kongreya yekemîn hat avakirin.

KAPAN HAT CEZAKIRIN

Kujerên Şehîd Hakî Karer jî piştre hatin cezakirin. Alatin Kapan ji aliyê yekîneyek şoreşgeran a bi serkêşiya şehîd Kemal Pîr ve, li navçeya Îskenderûnê ya bajarê Hatayê yê Tirkiyeyê hat kuştirn.

ŞEHÎDÊ YEKEMÎN Ê EREB: EZÎZ EREB

Şehîd Ezîz Ereb (Nadir Şêx Hesen) li gundê Miryemîn ê kantona Efrînê sala 1964`an ji dayîk bûye. Bi eslê xwe Ereb e.

Ezîz Ereb şehîdê yekemîn ê PKK`ê yê ji pêkhateya Ereb e. Şehîd Ezîz bi gotina xwe ya wekî, "Ez ê Ereb bimirin, lê bijî biratiya gelên Rojhilata Navîn" ronî dabû îro.

Ezîz Ereb sala 1983`yan tevli şoreşa Kurdistanê dibe. Ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê çarenûsa gelên Rojhilata Navîn bandor dibe. Li Lubnanê tevli perwerdeyê dibe, piştre berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

Şehîd Ezîz têkoşîna xwe ya li çiya, di rojnivîsên xwe de wiha nivisiye: "Bû salek ez li Kurdistanê me. Min gelek tişt ji şervanên tevgera rizgariya Kurdistanê girtin. Bûm şahidê gelek pêşketinên şoreşgerî ku her deqeyek û her saetek dihatebi desxistin. Derfet kêm bû, lê şervanên leheng ên tevgerê, leşkerên Tirk qewitandin û tirs di dilê wan de çand."

ŞERVANÊ ENTERNASYONALÎST

Şehîd Ezîz di cihekî din ê rojnivîska xwe de jî wiha nivisiye: "Ez şervanê enternasyonalîst im ku bûm şahidê van geşedanên. Rêveberiya xurt a tevgerê, destanên lehengiyê yên şervanan dê Kurdistanê rizgar bikin. Em ê bigihêjin serkeftinê. Şervan birçîbûn, tîbûn çi ye nizanin. Astengiyan nabînin. Ew bi azadiya gelan difikirin. Li dijî dijmin têkoşînê mezin bikin. Di şeran de berxwedaneke mezin nîşan didin. Bi rastî, ev destan pîroz û bi qîmet e. Her hevalek bê teredud heta guleya dawî şer dike û şehîd dibe. Ji ber wê navê Tevgera Rizgariya Kurdistanê li her derê deng veda."

Ezîz Ereb 17`ê Nîsana 1986`an li gundê Qewalê yê bajarê Colemêrgê (Hekarî) yê Bakûrê Kurdistanê şehîd dibe.

ŞEHÎDA YEKEMÎN A JIN

Ji damezirandina PKK’ê ve jin wekî pêşeng û afirîner di refên pêş de cih digirin û di vê oxirê de gelek şehîd hatine dayîn. Xeta azadiya jin îro bûye rêya ronîkirina hemû cîhanê. Yek ji pêşengên ku ev rê vekiriye jî Besê Anûş e. 

Besê Anûş sala 1960’an li gudnê Esmapur ê girêdayî navçeya Bazarcix a bajarê Mereş ê Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Heta refa 10`an xwendiye.

Wê demê Mereş cihekî ku xebatên şoreşgeriyê lê zêde bû. Dema PKK hatiye avakirin, yek ji cihên ku xebat lê hatine meşandin jî ev herêm bû. Wê demê Besê Anûş jî li gel hevalên xwe ji Koma Apociyan bandor dibe, tevlî xebatan dibe.

Lê dewleta Tirk êrîşên hovane dabûn destpêkirin. Di navbera 19 û 26’ê kanûna 1978’an, ango nêzî mehek piştî avakirina PKK’ê li Mereşê dijî çepgir, elewî û Kurdan komkujî pêk anî. Ev komkujî dibe yek ji sedemên tevlîbûna Besê Anûş a nava refên tevgera azadiya Kurdistanê. Ew bibû şahida komkujiya Mereşê. Lewre li gel komek biçûk biryara tevlîbûna gerîla dide û derdikevin çiyayên Mereşê.

ÎRADEYA MEZIN

Şoreşger Besê di dîroka têkoşîna gelê Kurd de kesayeteke ku îro jî yên nas dikin behsa cesareta wê dikin. Bi koma xwe re ji gundekî derbasî gundekî din dibe û ji bo hişyarkirina gel a li ser nasname, welat û ziman, roleke pêşeng dilîze.

Di darbeya faşîst a 12`ê Îlona 1980`an a li Tirkiyeyê de Besê Anûş tê girtin û bi îşkenceyan re rû bi rû dimîne, lê ji sekna xwe qet gav paşve na avêje. Îşkencekarekê wê demê wê piştre bigota: "Me ewqas îşkence lê kir, lê li xwe mikur nehat. Heta neqîriya jî."

Piştî tê berdan, qet ranaweste û têkoşîna xwe didomîne, gund bi gund digere û jinan perwerde dike, fêrî wan dike ka dê çawa xwe biparêzin. Ji hevalên xwe re dibêje; "Ez di wê baweriyê de me ku piştî ez şehîd bibim, li Kurdistanê dê bi sedan jinên têkoşer çek rakin û li çiyayên Kurdistanê têbikoşin."

 Besê Anûş û hevalên pê re, di Adara 1981’an de li herêma ku jê re dibêjin “Keleha Biçûk” li kêleka Çemê Aksu ku jî dikev navbera gundên Musolar û Şoiyonên Bazarcixê, di pevçûnek bi leşkerên dewleta Tirk re de, şehîd dibe.

Cenazeyê Şehîd Besê li Bazarcixê bi beşdariya 3 hezar kesan spartin axê. Li ser gora wê jî ev gotin hatine nivîsandin.

“Li ser zinarên asê Xezal,

Li ser şaxê gulê kevokek diltenik bûm,

Di sohbetên dostan de can bûm,

Di rêya doza mezin de bûm rêheval,

Ji bo azadiya gelê ji xaka dayik re bûm heval.” 

 SEMBOLA TÊKOŞÎNA ENTERNASYONALÎST: ŞOREŞGERA ALMAN RONAHÎ

Ronahî (Andrea Wolf) 15`ê Çileya 1965`an li bajarê Munich ê Almanyayê ji dayîk bûye. Malbata wê sosyalîst e. Ruxmî ku biçûk bû jî, lê sala 1980`î dibe endama şaxên ciwanên Partiya Demokratîk a Sosyalîst a Alman. Bi malbata xwe re li hember pergalê têdikoşe.

Andrea Wolf û hevalên wê rêxistina Freedom Time 81 ava kirin. Dûre bû hedefa polîsên Alman ku bi dehan caran destgîr kirin. Tevî zehmetiyan jî, Andrea dest ji têkoşîn û xebatên şoreşgerî berneda.

Andrea pirtûkên tevgerên şoreşgerî yên cîhanê dixwîne û di vê navberê de Tevgera Azadiya Kurdistanê jî nas dike. Sala 1997`an diçe çiyayên Kurdistanê û tevli refên gerîla dibe. Navê şehîd Ronahî (Bedriye Taş) a ku Newroza 1994`an li dijî fişarên hikumeta Alman ên li ser Kurdan agir berda bedena xwe, li xwe dike. 

Têkildarî tevlêbûna tevgerê Andrea di rojnivîska xwe de wiha gotiye: "Ez naxwazim di qirêjiya ku mirovahî niha di nav de ye bijîm. Xilasbûna ji vê qirêjiyê ji bo min rûmeta herî mezin e. Ez ê di vê rêyê de bi hewldan û eleqedariyeke mezin bimeşim. Rast e, çanda min cuda ye, lê ez pê nahesim ku xerîb im. Berpirsyariya min li vir dê min biguherîne. Ji niha û pê de ez ê li ser vê axê wek şoregereke Alman bijîm, ez ê bi xurtî vê axê biparêzim. Ez ê hêza xwe di vê oxirê de bi kar bînim. Ez bawerim dê bi ser kevim."

Andrea di rojnivîsa xwe ya 1`ê Îlona 1997`an de li çiyayên Kurdistanê wiha nivisiye: "Diviyabû şer li van bajaran rawestiyaba, lê nebû. Tiştek ji bilî çiya ji me re nehiştin."

Adrea 23`yê Cotmeha 1998`an li navçeya Şaxê ya girêdayî bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê li gel 23 hevalên xwe di şerekî li hemberî artêşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd dibe. Artêşa dagirker îşkenceyên hov li cenazeyên gerîla kirin û ket rojeva cîhanê. Dewleta Tirk heta çend salan cenazeyê Şehîd Andera radest nekir, lewma di navbera dewleta Tirk û Almanyayê de alozî çêbû. Sala 2011’an hat fêrbûn ku cenaze gundê Dokmelîtaş ê Şaxê di gorek komî de ye.

PAKREWANGEHA RONAHÎ

Bi armanca lêkolînkirina hovîtiya ku li hemberî Andrea Wolf (Ronahî) û hevalên wê hatiye kirin, ji çar aliyên cîhanê gelek parazvanên mafên mirovan sala 2011’an komîsyonek lêpirsînê ava kir. Lê xebatên wê ji aliyê dewleta Tirk vah atin astengkirin. Gelê herêmê jî 15’yê Îlona 2013’an ji bo bîranîna Şehîd Ronahî û hevalên wê Pakrewangeha Ronahî çêkir. Dewleta Tirk biryara hilweşandina pakrewangerê girt, lê gel bertekek mezin nîşan da û dest bi nobedariya şehîdgehê kir. Dewlat dagirker sala 2015’an pakrewangeh bi balafirên şer bombebaran kir.

Andera Wolf wekî sembola têkoşîna enternasyonalîst hat binavkirin û bîranîna wê tê zindîkirin. Piştî şehadeta wê bi sedan jinên Alman, Ingilîz, Amerîkaya Latîn û gelek welatên din tevlî refên PKK’ê bûn, navê Ronahî rakirin.

Ji bo bîranîna Şehîd Andera Wolf sala 2019’an jî Enstîtuya Andera Wolf hat avakirin. Li vê enstîtuyê jinên ji çar aliyên cîhanê gotubêjan dimeşînin, li ser çareseriyên pirsgirêkên azadiyê yên jinan disekinin.

(şx)

ANHA