ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-12-2024
27 kanûn, 2024   02:00

Pêkhateya Ereb a ji bajaroka Ebû Fere, piştgiriya xwe ji şervanên QSD`ê ragihand û got ew ê her tim bi şervanên xwe re bin.

Koçberên ji Efrînê behsa rêwîtiya koçberiyê û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kir û got dê heya vegera li Efrînê li ber xwe bidin.

Çalakvanên jin ên sûriyeyî diyar kir ku divê rol û mafên jinan di Sûriyeya nû de werin mîsogerkirin û tesmîla wan di biryargirtinê de hebe.

Siyasetmendarên Kurd girîngiya yekitiya neteweyî vegot û bang li gelê Kurd kir ku li hemberî çi kesên ku li pêşiya yekrêziya mala kurdî disekinin, serî hildin.

Dayikeke 3 kurên xwe ji destpêka Şoreşa Rojava ve tev li hêzên leşkerî bûne bang li bav û dayikan kir û got; " Divê hemû dayik û bav piştgiriya zarokên xwe bikin da ku bi erka xwe ya parastinê rabin. Kolan, tax û gundê xwe biparêzin. Ji ber ev dem dema xweparastin û berxwedanê ye."

Xelkê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê cenazeyê endamê Dîsîplîna Leşkerî şehîd Udeyê Mihemed El Ehmed û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îbrahîm Mihemed El Nasir ên ku di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Zigranê şehîd bûbûn, li goristana şehîdan a Til Temirê defin dikin. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li hola Serdemê ya bajêr der barê pêşdeçûnên dawî li qada Sûriyeyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, her wiha têkildarî yekrêziya Kurdî û yekitiya pêkhateyên herêmê civîneke girseyî li dar dixe. (14:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişlo û gundewarê wî sersaxiyê didin malbatên şehîdên QSDˋê. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN