Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî bi malbatên xwe re civiyan

Girtiyên siyasî Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî yên ku ev demeke dirêj e qedexeya hevdîtina bi malbatan re li ser wan hebû bi malbatên xwe re hevdîtin kirin.

Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî bi malbatên xwe re civiyan
26 kanûn, 2024   22:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî li Girtîgeha Evîn a Tehranê tên girtin û biryara darvekirinê dane wan, demek dirêj e ji mafên xwe yên sereke hatibûn bêparkirin, dermankirina wan dihat astengkirin û hevdîtina bi malbat û parêzerên wan re hatibû qedexekirin.

Hate zanîn ku her du girtî di 22’yê Kanûnê de bi malbatên xwe re bi qasî saetekê civiyane.