Li gundewarê Humsê pevçûnên dijwar

Li gundewarê Humsê yê Sûriyeyê di navbera endamên ewlehiyê yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û çekdarên din de pevçûnên dijwar didomin. Ji her du aliyan kuştî hene û li gorî agahiyên destpêkê jî Şuca El Elî hatiye kuştin.

Li gundewarê Humsê pevçûnên dijwar
26 kanûn, 2024   22:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li gundê Belqesê yê gundewarê Humsê ku tê de Şuca El Elî yê ku ji bo gelek dozên kuştin û revandinê tê xwestin û li wir bi cih bûbû, pevçûnên dijwar rû dan. Di encama pevçûnên di navbera endamên ewlehiyê yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û çekdaran de 4 endamên ewlehiyê hatin kuştin.

Her wiha çavkaniyên din jî diyar kir ku ji çekdarên li gundê Belqesê û derdora wî bi cih bûne, di nav de Şuca El Elî hin çekdar hatine kuştin.

SOHRˋê diyar kir ku endamên ewlehiyê yên hikumeta demkî lîwayê artêşa rejîmê ya berê Mihemed Kinco li gundê Xirbet El Meizê yê gundewarê Tertûsê û bi dehan endamên girêdayî wî girtine.

(fr)