ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-08-2026
26 tebax, 2026   02:00

7 meh di ser peymana 29’ê Çileyê derbas bûn. Di van 7 mehan de li heremê dosyeya vegera koçberan wek rojeveke sereke derdikeve pêş. Koçberên ji Efrînê vegeriyan warê xwe, lê koçberên ji Serêkaniyê, Girê Spî, Şehba û Reqayê li benda vegerê ne.

Li Hemayê ji ber pirsgirêka elektirîkê dibe ku 30 kompleksên pîşesaziyê biseknin û nema bixebitin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Vegera li xwendinê ji bo Nisrîn Ehmed Mûsa ne gaveke derengmayî bû, ew xewnek kevin ji zarokatiyê ve heta niha pê re bû. Piştî salên xebat û rakirina berpirsyartiyê wê bi piştgiriya keça xwe bi xwendinê re rûpeleke nû vekir. BI WÊNE Û DÎMEN.

Koçberên ji Serêkaniyê yên li bajarê Hesekê bi daxwaza lezandina vegera wan a li gund û bajarên wan çalakiyan li kampa Waşûkanî (10.00) û kampa Serêkaniyê (11.00) li dar dixin. BI WÊNE Û DÎMEN.