Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 3 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên li kampa Cibalya ya bakurê Xezayê de 3 kes hatin kuştin. Wezareta Tenduristiyê jî ragihand ku 9 cenaze gihaştin nexweşxaneyan.

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 3 kes hatin kuştin
25 tebax, 2026   22:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê îro li kampa Cibalya ya bakurê Xezayê malek li nêzî Nexweşxaneya Kemal Idwan kir hedef, di encamê de 3 kes hatin kuştin û derdora 10 kes jî birîndar bûn. Li gorî çavkaniyên bijîşkî rewşa hin birîndaran giran e.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand di 24 saetên dawîn de 9 cenaze gihaştin nexweşxaneyê, ji wan 6 kes di encama gulebaran û topbaranê de jiyana xwe ji dest dan û 2 jî berê birîndar bibûn, jiyana xwe ji dest dan, her wiha cenazeyê kesekî li rojhilatê Xezayê ji binê kavilan hat derxistin.
(bb)