ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25/7/2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25/7/2025
25 tîrmeh, 2025   02:00

Du çalakvanên ji Siwêdayê ji ber karaseta mirovî ya li bajar banga parastina navneteweyî û alîkariyên mirovî kir. Çalakvanan destnîşan kir ku hikumeta veguhêz berpirsê vê karasetê ye.(BI WÊNE Û DÎMEN) 

Jinan li bajarê Dirbêsiyê gotin ew dixwazin Rêber Abdullah Ocalan bibînin û ji bo wan, ew rêberê azadiyê, aştiyê û nûnerê tevahê gelên bindest e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Sûc û binpêkirinên ku ji destpêka îsal ve li dijî jinên sûriyeyî têne kirin, nîşan dide rewş ber bi tarîtiyekê ve diçe. Li gorî daneyan, ji destpêka îsal ve zêdetirî 635 jin hatin qetilkirin, bi sedan jî hatine revandin.

Xebat Andok der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de got “Ev pêvajo qonaxa duyemîn a têkoşîna me ye. Avakirina jiyana azad e. Ev bi me ve girêdayî ye. Ji ber ku mirov azadiyê ji desthilatdaran naxwaze. Tenê tu bi xwe dikarî jiyana azad, demokratîk û wekhev ava bikî. Berpirsyariyên me zêdetir bûne.” (BI WÊNE)