Di salvegera Lozanê de bangên yekitiyê û demokrasiyê

Di salvegera peymana Lozanê de nivîsgeha MSD`ê careke din teqezî li yekitiyê û helwesta sabît a gelê herêmê li hember destwerdan û gefên derve kir û got projeya banga aştî û civaka demokratîk kilîta çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn e.

Di salvegera Lozanê de bangên yekitiyê û demokrasiyê
Di salvegera Lozanê de bangên yekitiyê û demokrasiyê
Di salvegera Lozanê de bangên yekitiyê û demokrasiyê
Di salvegera Lozanê de bangên yekitiyê û demokrasiyê
Di salvegera Lozanê de bangên yekitiyê û demokrasiyê
Di salvegera Lozanê de bangên yekitiyê û demokrasiyê
Di salvegera Lozanê de bangên yekitiyê û demokrasiyê
Di salvegera Lozanê de bangên yekitiyê û demokrasiyê
24 tîrmeh, 2025   23:34
AMÛDÊ

Nivîsgeha Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di salvegera peymana Lozanê de, ji bo nirxandina bandor û encamên wê li ser Rojhilata Navîn, bi sernavê “Piştî lihevkirina Sykes-Picot” panelek li dar xist. 

Panel li bajarê Amûdê hate lidarxistin, nûnerên partiyan, çalakvan, rewşenbîr, endamên saziyên civaka sivîl û kesayetên serbixwe di panelê de hazir bûn. 

Hevserokê Nivîsgeha Têkilyan a MSD`ê Hesen Mihemed Elî panel bi rêve bir û balkişand ser sûcên lidijî gelê Sûriyeyê tê kirin û diyar kir ku heta niha siberoja Sûriyeyê ne diyar e. Mihemed Elî di heman demê banga bidawîkirina destwerdanên derve û divê QSD û Kurd di çareseriyê de xwedî roleke çalak bin.

Mihemed Elî diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke gelek hesas re derbas dibe, lewma bang kir ku hin gav bên avêtin mînak, têkiliyên bi Tirkiyeyê re sererast bikin, weke ku Rêber Abdullah Ocalan bi rêya banga aştiyê û civaka demokratîk kiriye.

Mihemed Elî got divê partiyên kurd bibin yek ji bo ku destkeftiyên vî gelî biparêzin. Mihemed Elî destnîşan kir ku gelê Kurd şer naxwazie, lê dixwaze xwedî hebûn û cihê xwe di Sûriyeyê de bigire û bang li hikumeta veguhêz kir ku QSD`ê weke hêzeke çalak û pêkhateyeke bingehîn a siberoja Sûriyeyê bibîne.

Kesên tev li panelê bûne, nêrînên xwe parve kirin û gotin ti kes nikare vîna gelê Kurd û pêkhateyên hevgirtî yên li herêmê têk bibe û baweriya wan bi hikumetê nîn e. Di heman demê de anîn ziman ku projeya banga aştiyê û avakirina civaka demokratîk, kilîta çareseriyên aloziyên li Rojhilata Navîn e, mayendebûna yekitiyê û hevgirtinê rêya bidestxistina aştiyê û aramiyê ye.

(şx)

ANHA