Ji bo şehîd Dijwar Efrîn merasîma xiyabî

Şêniyên tev li merasîma xiyabî ya şehîd Dijwar Efrîn bûne, soz dan ku li ser rêya şehîdan bin, nirxên ku ji bo wê fedakarî kirine, biparêzin û di heman demê de gotin xwînda şehîdan dê nebza welatê bimîne û têkoşîna wan heta bidestxistina azadî û rûmetê dê bidome.

Ji bo şehîd Dijwar Efrîn merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Dijwar Efrîn merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Dijwar Efrîn merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Dijwar Efrîn merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Dijwar Efrîn merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Dijwar Efrîn merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Dijwar Efrîn merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Dijwar Efrîn merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Dijwar Efrîn merasîma xiyabî
24 tîrmeh, 2025   22:43
QAMIŞLO

Li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li bajarê Dirêkê ji bo şehîd Dijwar Efrîn (Xelîl Hesen) merasîmeke xiyabî hate lidarxistin. Şehîd Dijwar li herêma Xakorkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê 20`ê Îlona 2022`yan şehîd bûbû. 

Bi sedan şêniyên Dêrikê û Girkê Legê, şêniyên Efrînê yên koçber bûne, endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî û ewlehiyê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê bajarê Dirêkê Ceger Efrîn, ji şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Egîd Botan  û xwişka şehîd Zeyneb Hesen axivîn.

Di merasîmê de soza şopandina rêya şehîdan heta bidestxistina serkeftinê hate kirin û hate gotin, şehîd çirûska hêviyê ne. Di heman demê de gotin, ew di wê baweriyê de ne ku projeya azadiyê projeya gel e. Gel jî her tim wefedarê şehîdan bû û heta avakirina Sûriye ya her kesî, dev ji rêya şehîdan bernadin.

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(şx)

ANHA