ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-08-2026
25 tebax, 2026   02:00

Li bajarê Qamişloyê elaqeya bi çandiniyê re û daxwaza şitilgehan zêde bûne. Lê xwendiyên şitilgehan di peydakirina av, ceyran û bilindbûna mesrefên şitilan de zehmetiyan dikişînin.

Li Sûriyeyê bihabûna kel û pelan û bêkarî zextê li civakê dike û pirsgirêkên aborî zêde dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Murşidiyên li Sûriyeyê "Cejna Şadiya bi Xwedê" pîroz dikin, ku yekane cejna wan a olî ye û 3 rojan dom dike, ev cejn bi boneya roja ku kesê bi navê Mucib bin Selman El Murşid di 25`ê Tebaxa 1951`an de tevgera Murşidî ragihand.