Pakistan: Di danûstandinên bi Îranê re pêşketinên girîng çêbûn

Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê îro, di dawiya serdana xwe ya Îranê de, got ku her du welatan di danûstandinên li ser nakokiya Amerîka-Îsraîlê bi Îranê re û rêya ber bi aştiyê ve de "pêşketineke girîng" bi dest xistine.

Pakistan: Di danûstandinên bi Îranê re pêşketinên girîng çêbûn
25 tebax, 2026   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Hundir yê PakistanêMohsin Naqvi di postek li ser platforma X de got, "Serokê Îranê bi eşkereyî nêrîna hikûmeta xwe parve kir û me li ser mijarên têkildar nîqaşên pir avaker kirin."

Hefteya borî, Trump hişyarî da her welatekî ku "her cure piştgiriyê bide ji Îranê " dê rastî encamên aborî yên xerab were.

Tehran, ji aliyê xwe ve, soz da ku hemû rêwîtiyên petrolê ji Kendavê rawestîne.

(k)

ANHA