Îsraîlê êrişê Xezayê kir: 5 kes hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li ser Xezayê de 5 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Îsraîlê êrişê Xezayê kir: 5 kes hatin kuştin
24 tebax, 2026   22:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên tibî û Saziya Parastina Sivîl ragihandin ku Îsraîlê îro jî rêzeêriş li dijî deverên cuda yên Şerîda Xezayê de pêk anîn, di encamê de 5 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Li gor Parastina Sivîl, di êrişa li ser kampa Dêr Belehê de 2 kes hatin kuştin, li bakurê Xan Yûnisê zarokeke keçîn û li kampa Birêc jî zarokekî din hatin qetilkirin.

Hate zanîn ku di êrişên li ser stasyona safîkirina avê û nimêjgeha kampa Şati de 7 kes birîndar bûn. Parastina Sivîl ragihand ku li rojhilatê Birêc jî cenazeya zarokekî ji bin kavilên malekê hat derxistin û dayik û zarokê wê hatin rizgarkirin.

(f)