ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-03-2026
25 adar, 2026   02:00

Rewşenbîr û parêzer Gulal Kasanî destnîşan kir ku gefên li dijî Rojava tên kirin hîn bi dawî nebûne. Metirsiyên derxistina şerê di nava pêkhateyan de heye, divê civak, tevgera siyasî û hêzên leşkerî her di nava amadekariyên xweparastinê de bin. Kurd jî pêwîste di asta siyasî û leşkerî de lêvegereke xwe ya fermî çêkin.

(BI WÊNE Û DÎMEN)

Zehra Ehmed Sincar çîroka bi hezaran kesên ku bi darê zorê ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî koçber bûne, vedibêje û dibêje “Em ê rojekê vegerin.”

(BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Çilaxayê israra dewleta Tirk a di polîtîkayên xwe yên li dijî gelê Kurd de ji ajansa me re nirxandin û got “Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin.”

(BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîna Şano ya Rojava Roja Şano ya Cîhanî û Şehîd Yekta wê li navenda Çand û Huner ya bajarê Dêrikê bîr tîne (seat 15:00)

BI WÊNE Û DÎMEN