Li Amedê 18 kes hatin girtin: We çima şala kesk, sor û zer girê da?

Li bajarê Amedê a Bakurê Kurdistanê ji ber şala kesk, sor û zer girê daye 18 kesên piştî pîrozbahiyên Newrozê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Li Amedê 18 kes hatin girtin: We çima şala kesk, sor û zer girê da?
24 adar, 2026   23:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Amedê di encama serdegirtina malan a li ser kesên beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûbûn de, 2 jê jin 18 kes hatin girtin. 

Li gorî Ajansa Mezopotamya polîsan di dema lêpirsînê de pirsên wekî; “Hûn bi telîmata rêxistinê beşdarî Newrozê bûn?”, “Agahiya we çawa ji Newrozê çêbû?” û “We çima şala kesk, sor û zer girê da?” ji wan kirine.

Dadgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” biryara girtina 18 kesan da.