Ji Moskova hişyarî

Rûsyayê li dijî armanckirina navendên deryayî yên Îranê li Deryaya Qezwînê hişyarî da û destnîşan kir ku vê pêşketinê fikarên zêde bi xwe re aniye.

Ji Moskova hişyarî
24 adar, 2026   22:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov got ku Rûsya wê dirêjkirina nakokiya Îranê ber bi Deryaya Qezwîn ve wekî " neyînî" dibîne û da zanîn ku ew nakokiyên rêveberiya Washingtonê di derbarê danûstandinan de dişopînin.

Hişyariyên Rûsyayê piştî raporên Îsraîlê yê ku diyar dikin ku êrişên li ser navendên deryayî yên Îranê li Deryaya Qezwînê, di nav de qeyikên avêtina mûşekan jî, pêk aniye, hatin.

Li gorî agahiyan, yek ji keştîyên armancgirtî barekî mezin ji dronan û alavên elektronîkî yên pêşketî hilgirtibû.

Li gorî texmînên destpêkê, di êrişê de heta 5 keştîyên şer ên mezin ên Îranê hatin bêkêrkirin û keştîyeke din jî zirareke giran dît.

Çavkaniyeke leşkerî ya Îsraîlê ji medyaya herêmî re ragihand ku ev operasyon yekem karanîna şer a belgekirî ya Hêza Hewayî ya Îsraîlê ye li vê herêmê.

(ac)

ANHA