ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-04-2024
24 nîsan, 2024   02:00

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan xwe feda kir û li hember vê fedakariyê bang kirin ku girîngiyeke mezintir bidin kar û xebatên xwe û têkoşînê mezin bikin ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Gelek caran em behsa tundiya siyasî ya li ser civakan dikin, nexasim civakên Rojhilata Navîn. Tundiya siyasî ew e ku ji bo zirarên nerewa bigihînin beşeke mezin a gelan siyaset bê bikaranîn. Ji sedan sal ve hikumet û desthilatdarên civakên cûrbecûr li ser jinan vê tundiyê didin meşandin, bi taybetî jî civakên Ereban.

Ji bo nîqaşkirina rêgeza ekolojiyê ya Rêber Abdullah Ocalan konferanseke ekolojiyê bi beşdariya sazî, deste, akademîsyen û çalakvanên ji hundir û derveyî herêmê li dar dikeve.

Komîteyên Tenduristiyê ya kantona Dêrazorê ji bo xurtkirina tecrubeyên kadroyên tenduristiyê û hemşîreyan dewreyeke perwerdeyê ji 100 xebatkarên Nexweşxaneya Giştî ya El Kesra re vekir. Di dewreyê de bijîşkên pispor waneyan didin.

Şaredariya Gel a Tebqayê piştî temamkirina projeya avakirina 92 dikanan, xebatên avakirina 22 dikanên din bi rêjeya ji sedî 70 bi dawî kiriye.

Ji bo hilbijartinên şaredariyan, Kongra Star a Hesekê hilbijartinên navxwe ji bo hilbijartina namzeta xwe pêk tîne, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo şermezarkirina êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê xelkê Şedadê ji pêş navenda Kongra Star meşekê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)