Şehîdên komkujiya Ermeniyan li Hesekê hatin bibîranîn

Bi dehan şêniyên pêkhateya Ermen bi meşeke meşaleyan şehîdên komkujiya Ermeniyan a ku dewleta Osmanî di 1915'an de pêk aniye bi bîr anîn.

Şehîdên komkujiya Ermeniyan li Hesekê hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Ermeniyan li Hesekê hatin bibîranîn
Şehîdên komkujiya Ermeniyan li Hesekê hatin bibîranîn
23 nîsan, 2024   22:26
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên pêkhateya Ermen bi meşeke meşaleyan şehîdên komkujiya Ermeniyan di salvegera wan de bi bîr anîn.

Meş ji pêşiya parka Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir û ber bi Qada Suryanan a taxa Nasra ve bi rê ket.

Li wir endamê Rêveberiya Giştî ya Meclisa Civakî ya Ermenî Îmad Teteryan daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de mîlyon û nîvek şehîdên Ermenî hatin bibîranîn û hat destnîşankirin ku şehîd rêya têkbirina Tirkan û terora wan ronî kir.

(mh)