ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23 - 6 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23 - 6 – 2025
23 hezîran, 2025   02:00

Tevî agribesta HPG’ê jî, artêşa Tirk a dagirker di navbera 1’ê Adar-19’ê Hezîranê de 18 hezar û 240 êrişên hewayî û bejahî û yên bi çekên qedexekirî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîn.

Malbata Reşo ya li Tebqayê bi cih bûye, pîşeya bijîşkiye alternatîf û dermankirina bi giyayan ji bav û kalan wergirtiye û heta roja îro aniye.  BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokê Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan parêzer Mihemed Emîn El Neîmî da zanîn ku ji bo serkeftina banga aştiyê divê hin gavên destûrî û qanûnî yên rast ji hêla Tirkiyê ve bêne avêtin. El Neîmî diyar kir ku ew ê hewldanên xwe yên ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Keça dayika Emîne Weysî Mizgîn Xelîl diyar kir ku dê xebata ku dayika wê û hevalên wê kirine bidomînin û got "Em soz didin wan ku em ê şopdarên rêya wan bin û xewn û xeyalên wan pêk bînin." BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star, li Parka Azadî ya Qamişloyê Konferansa "Hevserokatiyê" li dar dixe, (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya salvegera 5’an a şehadet têkoşer Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl û Yadê Emîne, Kongra Star a kantona Firatê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê civînekê li dar dixe, (10:00), dûre li cihê komkujiyê li gundê Helincê yê rojhilatê Kobanê mûm tên pêxistin, (19:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Jinên Êzidî û Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, komxebata diyalogê bi diruşma "Xîtaba nefretê û bandora wê li ser civakê" li hola Xabûr a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li dar dixe, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Şaredariyan a kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tiraktorên "FURATIII", li bajarê Hesekê werdigire, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN