Koçberên Efrîn û Şehbayê bi meşek girseyî sûcên çeteyan şermezar kirin

Xelkê Efrîn û Şehbayê yê bi darê zorê koçber bûne û li kantona Tebqayê bi cih bûne, ji bo şermezarkirina qetilkirina zarok Mistefa Şêxo, meşek girseyî li dar xist.

Koçberên Efrîn û Şehbayê bi meşek girseyî sûcên çeteyan şermezar kirin
Koçberên Efrîn û Şehbayê bi meşek girseyî sûcên çeteyan şermezar kirin
Koçberên Efrîn û Şehbayê bi meşek girseyî sûcên çeteyan şermezar kirin
Koçberên Efrîn û Şehbayê bi meşek girseyî sûcên çeteyan şermezar kirin
Koçberên Efrîn û Şehbayê bi meşek girseyî sûcên çeteyan şermezar kirin
Koçberên Efrîn û Şehbayê bi meşek girseyî sûcên çeteyan şermezar kirin
Koçberên Efrîn û Şehbayê bi meşek girseyî sûcên çeteyan şermezar kirin
Koçberên Efrîn û Şehbayê bi meşek girseyî sûcên çeteyan şermezar kirin
22 hezîran, 2025   23:32
TEBQA

Îro bi sedan koçberên Efrîn û Şehbayê yên li kantona Tebqayê ji bo şermezarkirina sûcên li dijî xelkê herêmên dagirkirî tên kirin, herî dawî jî qetilkirina Mistefa Cemîl Şêxo (16), di 18’ê Hezîranê de bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê xwe yê Hec Hesna yê Cindirêsê yê Efrîna dagirkirî, meşek girseyî li dar xist.

Kongra Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Efrîn û Şehba ev meş organîze kir. meş ji aliyê Konferansa Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Efrîn û Şehbayê ve hat organîzekirin.

Meş ji Çerxerêya El Elem ber bi navenda demkî ya koçberan a li bajarê Werzîşê yê navenda bajarê Wezîrşê yê Tebqayê ve dest pê kir.

Şêniyan di meşê de wêneyên Mistefa Şêxo, alên Kongra Star, Yekitiya Jinên Ciwan, pankartên bi nivîsên şermezarkirina sûcên li dijî xelkê herêmên dagirkirî, hildan.

Şêniyan diruşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û sûcên çeteyên wê bênavber digotin û diyar kir ku heta rizgarkirina xaka wan û vegera lê, berxwedana wan didome.

Li navenda demkî ya koçberan, meş vegerî mîtîngîê li wir koordînatora Kongra Star a Efrîn û Şehba Ferîde Îbo axivî û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku sûcên li dijî şêniyên Efrînê ji qetilkirin, revandin, girtin, îşkencekirin û birîna daran bi dawî bikin. Ferîde anî ziman ku wê jina rola xwe bidomînin û ji bo Sûriyeyeke ewleh, demokratîk, pirrengî û nenavendî bixebitin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Efrîn û Şehbayê Meryem El Ebid jî di axaftina xwe de sûcên li Efrînê ji aliyê komên çete yên dewleta Tirk a dagirker ve tên kirin şermezar kirin.

Meş bi diruşmên teqeziya li ser berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê heta rizgariya tevahî xakên dagirkirî, bi dawî bû.

(ac/fr)

ANHA