Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Jinan a Sûriyê teqîna Şamê şermezar kir

Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Jinan a Sûriyê êriş û teqîna li dêra Mar Ilyas a Şamê şermezar kir û banga hesabpirsîna ji sûcdaran, xurtkirina yekitiya niştîmanî di nava mezhebên gelê Sûriyeyê de, kir.

Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Jinan a Sûriyê teqîna Şamê şermezar kir
22 hezîran, 2025   23:59
NAVENDA NÛÇEYA

Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Jinan a Sûriyê bi du daxuyaniyên cuda teqîna terorane ya li dijî dêra Mar Ilyas a li herêma Diwêla ya Şamê, şermezar kir.

Meclisa Jinan a Sûriyê di daxuyaniya xwe de bang li aliyên berpirs kir ku xwedî li berpirsiyariyên xwe derkevin û pêşî li hewldanên têkbirina aramiya herêmê bigirin, bi taybetî pêşî li hewldanên çeteyên DAIŞ’ê yên jinûve xwebirêxistinkirinê bigirin.

Partiya Sûriya Pêşerojê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev sûc bi armanca têkbirina aştiya civakî ya di nava pêkhateyên gelê Sûriyeyê û têkbirina îstîqrara welat de ye, li kêlek wê jî ev sûc bi hedefa ku astengiyê li karanînên rêûresmên olî û baweriyên li Sûriyeyê bikin, e.

Partiyê bang li aliyên têkildar kir ku der barê vî sûcî de dest bi lêpirsînan bikin û hesabê ji sûcdaran bixwazin.

Di dawiya daxuyaniyê de, partiyê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest û girîngî da xurtkirina yekitiya niştîmanî û biratiyê di nava tevahî mezhebên gelê Sûriyeyê de ji bo rûbirûbûna mîna van sûcan.

(mh/fr)