ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-08-2026
23 tebax, 2026   02:00

Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn carnan bîranînên wan di wêneyekê de, carnan di kêliyek jiyanê de ku êdî qet nayê jibîrkirin bêmirin bûne. Cîhan bi ken û awirek di wî wêneyê de, bi sozdariya wan a di bîranînên hevalên wan de wan nas dike. Lê herî dawî binê wê tê xêzkirin ku ew bûne, dengê gelê Kurd, dengê doza azadiya jinê û di vê oxirê de canê xwe dane, bûne pêşengên hevalên xwe. 

Şênî ji ber zehmetiyên danûstendina bi pereyên nû û nebûna pereyan bi awayeke têrker, bilindbûna buhayên pêdiviyên jiyanê û sotemeniyê gazincan dikin. Şênî daxwaza vekirina navendên fermî ji bo pevguhertina pereyan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Daîreya Avê ya bajarê Çilaxayê li ser daxwaza şêniyan dest bi dayîna şebekeya kanalîzasyonê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji ber salên dirêj ên koçberiyê û mayîna li kampan zarokên Serêkaniyê rastî bandorên derûnî û civakî tên, piraniya wan dûrî bajar û warê xwe yên resen mezin bûn. Koçber jî diyar dikin ku rewşa wan a jiyanî zehmet e û ew jî barê wan giran dike. Koçberan banga vegereke bi ewle jî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Medyaya erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de mijarên wek belavbûna çekan li Sûriyeyê, mîrateya rejîma Baasê, hebûna Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê, her wiha binkeftina dan û standinên DYA û Îranê û gelek dosyayên ku herêmên Rojhilata Navîn eleqedar dikin, şîrove kirin.

Di salvegear şehadeta wan de, rojnamevan Gulîstan Tara, Hêro Behadîn û Necmedîn Feysel Şêx Sînan di Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl a bajarê Amûdê bi bîr tînin, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya sedsaliya bajarê Qamişloyê, Navenda Yekpar a Çand û Hunerê konserekê li navenda xwe ya bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet 20.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)