Girtiyek di girîgeha Nebekê de jiyana xwe ji dest da

Ciwanê bi navê Luey Mihemed Zerûf di girtîgeha Nebekê ya gundewarê Şamê de jiyana xwe ji dest da.

Girtiyek di girîgeha Nebekê de jiyana xwe ji dest da
22 tebax, 2026   23:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ciwanê bi navê Luey Mihemed Zerûf di girtîgeha Nebekê ya gundewarê Şamê de jiyana xwe ji dest da. 

SOHR‘ê da zanîn ku Luey di dawiya Gulana par (2025) de li Şamê li nêzîkî cihê ku li dima ji aliyê hêzên ewlekariya giştî ve hatibû binçavkirin û ji wê demê ve agahiyên malbatê jê qutbibûn.

Hate diyarkirin ku malbata wî cenaze li gundê Ras El Eyn ê Ceblayê wergirt.

SOHR‘ê destnîşan kir ku ji malbata wî re hatiye gotin ku ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye, lê şopên kulman li ser cenazeyê wî hatin dîtin.

Li gorî SOHR‘ê, ji destpêka îsal ve 16 girtî di girtîgehên hikumeta veguhêz de jiyana xwe ji dest da.

(bb)