ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-04-2026
23 nîsan, 2026   02:00

Akademisyen û lêkolînerê Misrî diyar kir ku qebûlkirina demokrasiyê li Tirkiyê yek ji şertên bingehîn ên serkeftina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.

Nivîskar Esale Ebû Ubeyda dibêje mafên jinan li Sûriyeyê, bi valahiyek nakok a di navbera pêşniyarên ku îdia dikin mafên jinan diparêzin û mekanîzmaya bicihanînê de mane. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Selemiyê gazincan dikin ku rê gelekî xirab bûye û aliyên têkildar daxwazên wan pêk naynin. Rêveberiya Veguhastinê diyar kir ku ji ber şert û mercan çêkirina rê hatiye sekinandin û dê di çarçoveya projeyên dema pêş de, rêya Selemiye-Hemayê çêkin.

Rojnamevan Hawkar Izet diyar kir ku çapemeniya kurdî pêdiviya xwe pê heye ku ji girêdana bi partiyan ve rizgar bibe û pirsgirêkên civakî bînin ser ziman. BI WÊNE Û DÎMEN

Di demekê de ku vegera koçberên Serêkaniyê tê nîqaşkirin, meclisên gel ên Til Temir û Zirganê 2 lijne ava kirine. Ev lijne dê asta valabûn, hilweşîn û mayînkirina gundên Til Temir û Zirganê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, lêkolîn bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Dirbêsiyê zeng ketiye genim. Cotkar dibêjin derman gelekî biha ne û alîkariyê dixwazin. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Civaka Ermenî û Partiya Yekitiya Ermenî bi boneya salvegera 111ˊan a komkujiya Ermenî li Parka Xwendinê ya Qamişloyê semînerekê didin, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Şênî, xwendekar û mamosteyên bajarê Dêrikê bi meşekê guhertinên navendên dibistanên li herêma Cizîrê ji hêla hikumeta demkî ve şermezar dikin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Parêzeran bi daxwaza berdana dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê li pêş avahiay Dîwana Edaleta Civakî ya Qamişloyê daxuyaniyekê dide, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN