Qalîbaf: Heta ku dorpêç hebe vekirina Hurmuzê ne pêkan e

Sermuzakervanê Îranê, Mihemed Baqir Qalîbaf diyar kir ku heke binpêkirina agirbestê berdewam bike vekirina Tengava Hurmuzê “ne pêkan e” û banga bidawîkirina dorpêça deryayî kir.

Qalîbaf: Heta ku dorpêç hebe vekirina Hurmuzê ne pêkan e
22 nîsan, 2026   22:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Sermuzakervanê Îranê, Mihemed Baqir Qalîbaf diyar kir ku heke binpêkirina agirbestê berdewam bike “vekirina Tengava Hurmuzê ne pêkan e”.

Qalîbaf di parvekirina platforma X’ê de got, "Agirbestek tam encax rakirina bi dorpêça deryayî û dîlgirtina aboriya cîhanê neyê binpêkirin û heke siyonîst li hemû eniyan dev ji gurkirina şer berde, wê demû wê watedar be.”

Qalîbaf anî ziman ku mayîndekirina agirberstê bi pêkanîna şertan e û wiha berdewam kir: ”Di êrîşkariya leşkerî de negihîştin armancên xwe û rêya tekane ya pêşerojê naskirina mafên neteweya Îranê ye.”