Îranê bidarvekirina 8 jinan rawestand

Serokê Amerîkayê Donald Trump spasiya xwe ji Îranê re anî ziman ku bidarvekirina 8 jinên muxalifê rejîmê rawestandiye.

Îranê bidarvekirina 8 jinan rawestand
22 nîsan, 2026   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporên çapemeniyê, piştî daxwaza serokê Amerîkayê Donald Trump Îranê biryara bidarvekirina 8 jinên muxalifê rejîma desthilat rawestandiye

Trump îro di postekê de li ser hesabê xwe yê Truth Social got: "Agahiyek pir baş e! Ez nû hatim agahdarkirin ku 8 jinên ku biryar bû îşev li Îranê bihatana bidarvekirin, êdî nayên qetilkirin."

Trump anî ziman ku "4 ji wan dê tavilê werin berdan û 4 jinên din dê mehek cezayê girtîgehê werbigirin."

Di dewama axaftina xwe de Trump axivî: "Ez Îranê û serokatiya wê, wekî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pir teqdîr dikim, rêz li daxwaza min girtine û bidarvekirinên plankirî rawestandine."

Serokê Amerîkayê duh, roja sêşemê, li ser platforma xwe nivîsandibû ku: "Ji bo rêberên Îranê, ku dê di demek nêzîk de bi nûnerên min re dest bi danûstandinan bikin: Ez ê pir spasdar bim ger hûn van jinan berdin. Ez yeqîn dikim ku ew ê rêzê li vê rastiyê bigirin ku we ev kiriye. Ji kerema xwe zirarê nedin wan! Ev ê ji bo danûstandinên me destpêkek mezin be."

(fr)