Silêmanê xwediyê kesayeta xurt

Şehîd Silêman Enter Bozî ji zarokatiya xwe ve xwedî kesayeteke xurt û lêkoler bû. Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî bajarê wî, di ciwantiya xwe de neçar ma jê koçber bibe. Di hemêza malbateke welatparêz de ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji salên 80`î ve nas dike, mezin bûye.

Silêmanê xwediyê kesayeta xurt
Silêmanê xwediyê kesayeta xurt
Silêmanê xwediyê kesayeta xurt
Silêmanê xwediyê kesayeta xurt
Silêmanê xwediyê kesayeta xurt
Silêmanê xwediyê kesayeta xurt
22 cotmeh, 2023   05:43
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR –EBAS XELEF

Silêman Enter Bozî sala 2003`yan li gundê Eyn Hisan ê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ji dayîk bûye. Di nava malbatekê de mezin bû ku ji 22 kesan pêk tê. Silêman Enter Bozî zewicî ye û keçek û kurekî wî hene. 

Malbata Bozî di salên 80`î yên sedsala borî de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike û di oxira doza kurd de zêdetirî 20 şehîn dane.

Çîroka şehîd Silêman bi pirsekê dest pê dike. Dema ku 11 salî bû, pirsa wêneyên şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan ên li dîwarê mal daliqandî ne, ji bavê xwe dike. Bavê şehîd Silêman, Enter Bozî wiha behsa wan kêliyan dike: “Min têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê jê re şîrove kir. Min zarokên xwe tev li ser hezkirina tevgerê mezin kir. Helebet ev hezkirin bandor li Silêman jî kir.”

Piştî ku Silêman tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibe, wêneyên hevrêyên xwe yên şehîd li dîwarê mala xwe dadliqîne. Bavê wî li hember ev helwesta wî şok dibe û hema pirsa ku Silêman beriya 9 salan jê pirs kiriye, jê dike: “Silêman ji min re got, ew wisa dike da ku zarokên xwe bi tevgerê, Rêbertî û şehîdan bide nasandan. Mîrasa ku li ser mezin bûye ji zarokên xwe re bihêle.”

ZAROKATIYA SILÊMAN Û KOÇBERKIRIN

Enter Bozî der barê zarokatiya Silêman de wiha axivî: “Rojekê mîn hîs nekir ku Silêman zarok e. Her tim ji temenê xwe mezintir bû, tijî enerjî bû, rû li ken bû, diçû dibistanê lê ji xwendinê hez nedikir.”

Şehîd Silêman heta refa 5′an a seretayî xwendiye û bi xwe biryar da ku dev ji xwendinê ber de û biçe kar bike û alîkariya bavê xwe bike.

Dema dewleta Tirk a dagirker 9`ê Cotmeha 2019`an êrişên dagirkirinê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî kir da destpêkirin, ji ber hovîtiya êrişan û komkujiyan  malbata şehîd Silêman ber bi Dêrikê ve koçber dibe û li gundê Xana Serê bi cih dibe.

Enter Bozî bi dilsojî behsa kêliyên koçberiyê kir û got: “Em sala 2019`an koçber bûn. Dewleta Tirk û çeteyên wê mala me wêran û talan kirin. Bi wê tenê nekirin, bi çekên giran gund hedef girtin û malên gund bi erdê re dûz kirin.”

KÎ SILÊMAN NAS NAKE!

Şehîd Silêman Nîsana 2022`yan tev li nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû û piştre Hêzên Têkoşîna li Dijî Narkotîkê.

Enter Bozî diyar kir ku ji Dêrikê heta Qamişloyê nasên Silêman pir in û got: “Kî Silêman an ku Silo mîna ku hevalên wî pê nav dikin, nas nake. Ji Dêrikê ta Qamişlo her kes wî nas dikin. Ruxmî ku tenê 2 sal di nava hêzê de bû, lê navdar bû.”

`EZ PÊ SERBILIND IM`

Şehîd Silêman di têkoşîna xwe ya nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de tev li 3 dewreyên perwerdeyê bûye. Enter Bozî axaftina xwe ya dawî bi Silêman re bi bîr xist, beriya ku tev li perwerdeya têkoşîna li dijî madeyên hişbirê bibe: “Min jê pirs kir, tu yê kar û jiyana xwe di perwerdeyan de derbas bikî? Wisa bersiva min da, ez diçim ji bo xwe pêş bixim, karê xwe pêş bixin, ji bo ku di karê de xwe ji vê bêtir birêxistinkirî bim. Ez ê biçim perwerdeyê lê dê cara dawî be.”

Enter Bozî got ew bi lehengî û îsrara kurê xwe serbilind e û wiha pê de çû: “Ez gelekî pê serbilind im. Silêman bi heybet bû, cesûr û xwedî kesayeta xurt bû, bandor li min jî kir.”

`JI TEVGER Û ŞEHÎDÊN WÊ HEZ DIKIR`

Dapîra şehîd Silêman, Emîne Mihemed got wê Silêman mezin kiriye û rojekê kesek aciz nekiriye, ji tevgerê û şehîdên wê hez dikir.

`EZ Ê VEGERIM JI BO KU GEL Û WELATÊ XWE BIPARÊZIM`

Piştî koçberiyê, şehîd Silêman bi mehbesta kar berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Dapîra wî Emîne Mihemed di vê dar barê de got: “Me ew şand Başûrê Kurdistanê, lê 2 mehan tenê li wir ma piştre vegeriya. Silêman nikarî xaka welatê xwe ya pê ve girêdayî bû, li dû xwe bihêle.”

Piştî ku ji Başûrê Kurdistanê vedigere, Silêman tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibe. Girêdayî wê birayê wî Mistefa Bozî ku bi xwe şervanekî QSD`ê ye got: “Silêman êş û tehliya xurîbiyê tehemul nekir. Ji min re got, dê vegere ji bo ku welat, gel û malbata xwe biparêze.”

`KENGÎ EZ Ê BIBIM MÊVANÊ ŞEHÎDAN `

Mistefa Bozî wiha anî ziman: “Her tim ji min re behsê dikir ew ê kengî bibe mêvanê şehîdan. Heta niha me 22 kes ji malbatê şehîd bûne û em amade ne 22 din şehîdên din bidin.”

(şx)

ANHA