Li Tedmurê mayînek bi basa leşkeran da teqiya: 7 leşker mirin

Li beyarê Sûriyeyê mayînek bi basa leşkerên hêzên hikumeta Şamê de teqiya, di encamê de 7  leşker hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Li Tedmurê mayînek bi basa leşkeran da teqiya: 7 leşker mirin
20 kanûn, 2023   23:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî yên ji Tedmurê, li nêzî stasyon 3 a li beyarê Tedmurê mayînek bi basa leşkerên hêzên hikumeta Şamê de teqaiy û madeyên kîmyewî yên di basê de şewitîn.

Di encama teqînê de 7 leşkerî mirin û 10 jî birîndar bûn û rakirina nexweşxaneyê.

Dem bi dem şaneyên DAIŞ′ê yên li beyara Sûriyeyê çalak in, hêzên hikumeta Şamê hedef digirin.

(fr)