ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-1-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-1-2025
21 ÇILE, 2025   02:00

Xelkê bajarê Girkê Legê piştgiriya xwe ji berxwedana keç û xortên xwe yên di nava QSDˋê de nîşan da û li hember êrişan girîngî da yekitiya nîştimanî.

Piştî hilweşîna rejîma Baasê, bala gelê Sûriyeyê li şêwazê rêveberiyê yê li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e ku wek modeleke çareseriyê tê dîtin. Lê metirsiyên pêkhateyên gelê Sûriyeyê hene ku rejîma nû şeklê rêveberiya kevn bimeşîne û hin alî werin dûrxistin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê, bandorên wêranker li ser jiyana nêzî milyonek mirovan çêdike. Berpirsên bendavê bi fikar in ku bendav hilweşe û bibe sedema karesateke jîngehê û mirovî.

Senherîb Bersûm guhertinên ku rêveberiya HTŞ`ê pêk tîne, rexne kirin û destnîşan kir ne ji bo berjewendiyên gelê Sûriyeyê ne. Bersûm got Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyê dê bibe çareseriya hemû pirsgirêkên civakî û siyasî.

Xelkê bajarê Til Koçer ê kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker meşekê li dar dixe, meş ji pêş Parka Rêber Apo dest pê dike, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Cizîrê cenazeyên 6 şehîdên di êrişa dijî Bendava Tişrînê ya 18ˋê Çileyê de şehîd bûbûn, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan defin dike, (11:30) BI WÊNE Û DÎMEN