Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî bawernameyên Rêveberiya Xweser pejirandin

Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê naskirina bawernameyên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn pejirand. Her wiha destûr hatin dayîn xwendekarên ku li gorî materyalên Rêveberiya Xweser xwendine, yên 2025-2026 û 2026-2027 de beşdarî ezmûnên şehadetên giştî bibin.

Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî bawernameyên Rêveberiya Xweser pejirandin
19 hezîran, 2026   23:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê biryara hejmar 1617/943 der barê bawernameyên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn de da.

Ev biryar li ser bingeha bendên qanûna Hejmar 31ˊan a 2024ˊan e.

Pêwîst e rewşa qanûnî ya xwendekarên li parêzgehên rojhilat jî li ber çavan were girtin.

Ev biryar beşek ji pêvajoya entegrasyonê ya berdewam e ji bo avakirina pergalek perwerdehiyê ya yekgirtî, piştî bicîhanîna materyala xwendinê ya yekgirtî ya hikumeta Sûriyeyê li hemû parêzgehên Sûriyeyê.

Li gorî pêdiviyên berjewendiya giştî, ev biryar tê dayîn:

Madeya 1:

Xwendekarên ku berê xwendina xwe li gorî materyalên xwendinê ya Rêveberiya Xweser dimeşandin, destûr tê dayîn ku di azmûnên bawernameyên giştî (amadehî, Perwerdehiya Bingehîn) de, li gorî rêzikname û pîvanên neteweyî yên yekgirtî yên ku ji hêla Wezareta Perwerdeyê ve hatine danîn, tenê di salên 2025-2026 û 2026-2027ˊan de, beşdarî azmûnên bawernameyên (amadehî û perwerdehiya Bingehîn) bibin.

Madeya 2:

Bawernameyên ku berê ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn, dê li gorî prosedur û rêwerzên ku ji hêla Wezaretê ve hatine pejirandin û niha di meriyetê de ne, werin naskirin.

Madeya 3:

Ev biryar tê weşandin û ji bo bicîhanînê ji hemû aliyên peywendîdar re tê ragihandin.

(fr)