ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-02-2026
20 sibat, 2026   02:00

Serokê meclisa qebîleya El Tey a pêkhateya Ereb zimanê nefretê û provokasyon red kirin û banga yekitiyê li gelên Ereb û Kurd kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Rojavayê Kurdistanê komeke ciwanan bi armanca destekdayîna koçberan xwe bi rêxistin kir. Van ciwanan heta niha li zêdetirî 300 navendên ku koçber lê dijîn, alîkarî belav kirine. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Hesekê got bazirganan buhayên ke û pelan gelekî zêde kirine û ji aliyên têkildar xwest pirsgirêkê çareser bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Keça şehîd Feysel Ebû Leyla anî ziman ku ew ê xwedî li mîrasa bavê xwe û hevrêyên wî derkevin û tev bi hev re bajarê xwe biparêzin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Şamê pirsgirêka gazê gihaştiye asta krîzê. Şênî li hemberî vê yekê nerazîbûna xwe nîşan didin.