Nûnera Kongra Star li zanîngeheke Kolombiyayê semîner da

Nûnera Kongra Star semînerek li ser ezmûna jinan di Şoreşa Rojava de û rola wan a pêşeng di tevahî qadên jiyanê de da.

Nûnera Kongra Star li zanîngeheke Kolombiyayê semîner da
Nûnera Kongra Star li zanîngeheke Kolombiyayê semîner da
Nûnera Kongra Star li zanîngeheke Kolombiyayê semîner da
Nûnera Kongra Star li zanîngeheke Kolombiyayê semîner da
19 sibat, 2026   22:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtinên  şandeya jinên Rojava ku bi beşdarbûna di Konferansa Jinan a Cîhanê de li paytexta Kolombiyayê, Bogota dest pê kir berdewam dike. Îro nûnera Kongra Star Bêrîvan Xalid sermînerek li zanîngeheke girêdayî rêxistina "Creek" li herêma Cauca ya li başûrê rojavayê Kolombiyayê da.

Bêrîvan Xalid di semînera xwe de bal kişand ser ezmûna jinan di Şoreşa Rojava de, rola pêşeng a jinan û têkoşîna wan a ji  bo azadiyê, û beşdariya aktîv a tevahî warên jiyanê yên siyasî, civakî û leşkerî de.

Bêrîvan Xalid diyar kir ku ezmûna jinan li Rojava temsîla modela îlhamê ya guhertina civakê dike û karî amadebûna xwe di biryardanê û parastina mafên xwe de, li gel astengiyên mezin îsbat bikira.

Ev çalakî di çarçoveya rêzeçalakiyên ku şandeya jinan ji bo danasîna ezmûna jinan li Rojava û balkişandina ser xebatên wê di avakirina civakeke demokratîk a li ser bingeha wekhevî û edaletê de pêk tê.

Şandeya Jinan a ji Rojava serdanên xwe ji Amerîkaya Latîn re bi rêya hevdîtin, civîn û semînerên di çarçoveya xurtkirina peywendî û pevguherîna pisporiyan de didomîne.

(fr)