ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-07-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-07-2026
19 tîrmeh, 2026   02:00

Di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de jinan di hemû qadan de rêxistin û saziyên xwe ava kirin û bûn hêzên bingehîn ên şoreşê. Bi sîstema hevserokatiyê, jinan di rêvebirin û biryardanê de li ser bingeha wekheviyê cih girt û her wiha YPJ damezirand.

Şêniyên gundê Digirê bi bi hev re ji bo gundê xwe stadyumeke werzîşê çêkir û gelek dar li derdora wê çandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kobanê Ferhan Hec Îsa destnîşan kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê projeyeke demokratîk ji bo Rojava afirand, ev şoreşa derketina li hemberî tunekirina hebûn, ziman û çandê ye. Divê pêvajoya entegrasyona bi Şamê re li gorî taybetmendiyên gelê Kurd û misogerkirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskara ji Urdunê Esala Ebû Obeyda diyar kir ku binpêkirinên li dijî jinên ji Sûriyeyê ji aliyê karmendên sepandina qanûnê ve, baweriya welatiyan bi dewletê kêm dike, her wiha da zanîn ku sedemên berdewamiya tundiyê nebûna serweriya qanûnê û hesabdayînê ne.

Xebatkarên Rojava TV‘yê di salvegera 9‘emîn a damezirandina kanalê de soza domandina ragihandina heqîqetê û dengê civakê dan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Hesekê li Qada Azadî pêşwaziya Tîma Şilêr a Boksê ya girêdayî Meclisa Jinan dike. Saet 09.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê merasîma sersaxiyê ya endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Gulnaz Çekdar (Gulnaz Asim Gaso) li pêşiya mala wê li dar dixe. Saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya salvegera 14‘emîn a Şoreşa 19‘ê Tîrmehê, li Qamişlo, Hesekê, Rimêlan, Dêrik, Til Temir, Dirbêsiyê û Kobanê bi dirûşma "Em ê bi rihê 19‘ê Tîrmehê mafê gelê Kurd mîsoger bikin û Sûriyeyê demokratîk bikin" şahî tên lidarxistin. Hunermendên ji Rojava û yên ji derveyî wê beşdar bibin. Saet 19.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)