Artêşa Îsraîlê: Li şaneyeke Hizbullahê hat xistin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê şaneyeke Hizbullahê li başûrê Lubnanê kir hedef.

Artêşa Îsraîlê: Li şaneyeke Hizbullahê hat xistin
18 tîrmeh, 2026   23:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li nêzî bajarokê Tebnîtê yê başûrê Lubnanê şaneyeke Hizbullahê kir hedef. 

Artêşê bi daxuyaniyekê ku li ser X‘ê weşandiye da îdia kir ku hêzên wê yên hewayî tevgera endamên Hizbullahê tesbît kirin ku dron dixebitandin û deverên nêzî baregehên hêzên Îsraîlê bi kar dianîn. Artêşê ev tevger bi binpêkirina peymana agirbestê pênase kir.

Hizbullahê der barê mijarê de tu daxuyanî nedaye.

(bb)