ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-8-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-8-2025
18 tebax, 2025   02:00

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbyayê diyar kirin ku hewldanên jinên Sûriyeyî zemîna pêkanîna aştiya civakî diafirîne û gotin, derbaskirina nakokiyên neteweyî û mezhebî, her wiha pêşxistina nirxên jiyana hevbeş û weheviyê rêya rast a avakirina Sûriyeya yekgirtî ya pirreng e. Bİ WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Çilaxa êrişên medyayê û kampanyayên reşkirinê yên li dijî QSD’ê  şermezar kirin û diyar kirin ku êrişên li ser QSD`ê êrişên li ser yekitî û hevgirtina civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Bİ WÊNE Û DÎMEN

Li hin deverên kantona Cizîrê nexweşiyên sewalan bi taybet bi nav çêlek û golikan de belav bûne. Sewakar bi fikar in ku debara xwe ya jiyanê ji dest bidin. Bİ WÊNE Û DÎMEN

Di dirêjahiya 4 sedsalan de, Sûriye di bin serweriya Împaratoriya Osmaniyan de bû. Di navbera rojhilat û rojava de pira erdnîgarî û çandî bû. Lê bi têkçûna Osmaniyan a bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn re, hêzên hegemon dest bi dabeşkirina herêmên serweriyê kir. Sûriye jî bû navendek van hesaban. Bİ WÊNE

Destwerdan û zextên dewleta Tirk hewlên ji bo pêşxistina lihevkirina nîştimanî li Sûriyeyê asteng dike. Hikûmeta veguhêz qebûl nake ku tevlî dan û standinên Parîsê yên bi nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bibe. Ev yek aşkera nîşan dide ku Tirkiye pêvajoya diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê asteng dike. Bİ WÊNE Û DÎMEN

Pêvajoya dawîn a pêşbirka “Nivîskarê Siberojê” li hola Beylesan a başûrê bajarê Amûdê tê li darxistin. (9:00) Bİ WÊNE Û DÎMEN