ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-2-2025
18 sibat, 2025   02:00

Piştî ku şandeya DEM Partiyê di 28’ê Kanûna 2024’an li gel Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin kir, pirsgirêka Kurd bi berfirehî tê gotûbêjkirin. Jinên çalavan diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê ji bo aştiyê bibe destpêk. BI WÊNE Û DÎMEN

Partiyên siyasî û rûspiyên bajarê Hesekê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan da. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji Efrînê xwest biryarên Dadgeha Gelan a Daîmî ya li Brukselê ji aliyê saziyên dadwerî yên navneteweyî ve bên qebûlkirin, da ku dewleta Tirk a dagirker ji ber sûcên xwe yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li Efrînê, were darizandin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarên Amûdê, Tirbesiyê û Til Hemîsê, ji bo beşdarî çalakiyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û parastina bendavê bibin, berê xwe dide Bendava Tişrînê, (07:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê şehîd Osman Dadilî ku di 2008’an de bi destê saziyên ewlehiyê yên rejîma Baas’ê hat şehîdxistin, di salvegera şehadeta wî ya 17’an de, li ser gora wî ya li gundê Dadilî yê rojavayê bajarê Kobanê yê kantona Firatê bi bîr tîne, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Hesekê, endamên saziyên wê, koçberên Efrîn û Şehbayê, li taxa Muftî ya Hesekê, sersaxiyê didin malbatên her du şehîdan rojnamevan Egîd Roj û şervanê QSD’ê şehîd Zagros, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Sûriya Pêşerojê li hola Navenda Çandê ya bajarê Til Birakê yê kantona Firatê ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên dawî li Sûriyeyê, civîneke girseyî li dar dixe, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) li pêş avahiya NY’yê ya li taxa Siyahî ya Qamişloyê, ji bo şermezarkirina hedefgirtina rojnamevanan li Bendava Tişrînê, çalakiyeke protestoyî, organîze dike, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN