Li Mêrsîn û Wanê qirkirina siyasî: 31 kes hatin girtin

Dewleta Tirk a dagirker di siyasetên xwe yên qirkirina siyasî de dewam dike. Di vê çarçoveyê de 11 kes li navçeyên Mêrsînê û 20 kes jî li Wanê hatin girtin.

Li Mêrsîn û Wanê qirkirina siyasî: 31 kes hatin girtin
17 sibat, 2025   22:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ya 14’ê Sibatê de li navçeyên Toroslar, Akdenîz û Tarsûsê yên Mêrsînê bi ser gelek malan de hatibû girtin û 10 jê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 29 kes hatibûn binçavkirin.

Piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê îro 29 kes ji bo îfadeyê derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê kirine" bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê hatin kirin.

Piştî îfadeya li dadgeriyê 8 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 11 kes jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin.

Ji bo 10 kesên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin, biryara dersînorkirinê hat dayîn.

Girêdayî heman mijarê, li Wanê polîsan serê sibeha 15’ê Sibatê ku li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de girt û şaredarî desteser kirin. Di serdegirtina şaredariyê de nêzî 100 kesên nobeta li dijî hewldana qeyûm de digirtin, hatibûn binçavkirin. Ji van gelek kes di heman rojê de hatinbûn berdan û dema binçavkirina 22 kesan jî hatibû dirêjkirin. Ji van 22 kesan jî nûçegihanê MA’yê Bîlal Babat û rojnamevan Behçet Bayhan jî di nav de bûn. Rojnamevan û 20 welatî îro sewqî Edliyeya Wanê hatin kirin. Dozgeriyê bêyî îfadeya rojnamevan û welatiyan bigire wan bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê kiribû. Dadgeriyê rojnamevan Babat û Bayhan bi şertê kontrola edlî berda û derbarê 20 welatiyan de jî biryara girtinê da.

Navên kesên hatin girtin ev in: Berkan Bayar, Delîl Akdogan , Mîrhan Akar, Kava Înal, Mehmet Aslan, Metîn Sevdali, Nêçîrvan Kaya, Nûrûllah Aslan, Nûrûllah Kaval, Nûrûllah Kiziltaş, Omer Arkaş, Omercan Akdogan, Ramazan Kaya, Rojhat Dag, Seracettîn Kina, Serhat Onal, Serkan Dûrmîş, Ûmût Teke û kesek navê wî nehat zanîn.