ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-1-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-1-2025
18 ÇILE, 2025   02:00

Şêniyên li bajarê Tirbespiyê diyar kir ku ji hemû kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî tê xwestin ku parastina herêmê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Meclisa Rûspiyan a bajarê Hesekê Ekrem Mehşûş têkildarî hewlên derxistina fitneyan got “Pêkhateyên herêmê li hemberî van hewldanan hevgirtineke xurt nîşan da.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şehîd Zelal Zagros di rojnivîskên xwe de qala meşa xwe ya azadiyê û bandora dîtina Rêber Abdullah Ocalan dike û dibêje "Ez ne poşman im ku min perwerdeya dibistana bîrdoziya vê tevgerê dîtiye. Ji bo min bersivandina pirsa ‘çawa bijîm?’ e." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di 13’ê Çileyê de nûnerê taybet ê Mesûd Barzanî Dr. Hemîd Derbendî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û bi fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî re hevdîneke girîng kir. Çavkaniyên pêbawer jî piştrast kir ku Ebdî di nêzîktirîn demê de biçe Başûrê Kurdistanê û hevdîteneke girîng bi Mesûd Barzanî re pêk bîne. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji ber girîngî û hesasiyeta mijarê hevdîtin tenê di navbera Ebdî û Derbendî de pêk hatiye.

Meclisên bajarên Şedad û Holê yên kantona Cizîrê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina şêniyan li bendava Tişrînê 2 daxuyaniyên cuda didin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Hesariyîn ji bo piştgiriya QSD`ê li stada Şehîdên 12`ê Adarê daxuyanî dide saet di 13:00`an de.

Şêniyên Kobanê şêniyên di êrişa li ser bendava Tişrînê de şehîd bûne, li goristana şehîd Dîcle oxir dikin saet di 13:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)